Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wekî nerîteke salane li vê mehê de çendîn projeyên xêrxwaziyê radigihîne û li çarçêweya kerta xorekî ku bi bingeha jiyanê tê zanîn, çendîn projeya ragihand û ji wan jî projeya hevkarîkirina xwendekarên beşên navxweyiyên li Zanîngehên Kurdistanê bû.
Rêkefta 06.04.2022 li civîneke rojnamevaniyê de bi amadebûna her yek ji birêz Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgehê û birêz Îsmaîl Ebdulezîz Endamê Desteya Kargêrî û birêz Rêbwar Muhyedîn Berpirsê Nivîsîngeha Kerkukê, projeya gihandina hevkariyê bi xwendekarên beşên navxweyiyan ragihandin.
Li destpêka civîna rojnamevaniyê de birêz Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û têda pîrozbahiya hatina meha Remezanê li amadebûyan kir û got: Bi navê xwedayê mezin û dilovan, destpêkê de hatina meha Remezanê li xwe û li hemû Kurdistaniyan pîroz dikîn. Paşê rêzdar behsa projeyê û grîngiya vê projeyê kir û got: Îro li Çemçemal li Zanîngeha Çermo projeya hevkarîkirina xwendekarên beşên navxweyiyên Zanîngehên Kurdistanê radigihînîn. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi şanaziyê ve dibêje li xizmeta xelkê Kurdistanê dayîn, li vê roja pîroz da û li vê meha pîroz da Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Zanîngeha Çermo ku ketiye bajarê Çemçemal ku cihê qurbanî û enfalane bi pêwîstî dizanê ku rabigihîne ku li vê rojê ve heta dawiya meha Remezana pîroz dest vekirî dibê li hevkarîkirina wan xwendekarên ku li beşên navxweyiyên Zanîngehên Kurdistanê dane li gor şiyana xwe hewl didîn hevkariyê bigihînîn bi wan hemû beşên navxweyiyên ku hevkarî bi wan negihiştiye ji aliyên din ve bi taybetî ew zanîngehên ku li derveyê navendên bajaranin wekî Zanîngeha Germiyan û Zanîngeha Çermo ku li xizmeta wan dayîn û Zanîngeha Helebçe û Soran ew cihên ku pêwîst bike.
Li dirêjahiya gotara xwe de rêzdar Cîgirê Serokê Dezgehê behsa rola Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li hevkarîkirina kêmderamet û ewên pêwîstiya wan bi hevkariyê heye kir û got: Em li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çarçêweya felsefeya Barzaniyê Nemir ku dibêje “Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê” li vir da radigihînîn ku li meha Remezanê da çendîn projeyên girîngên xêrxwaziyê bi cîh dikîn û li xizmeta wan de dibîn ku pêwîstiya wan bi hevkariyê heye li Kurdistan û seranserê Iraqê da.
Li dawiya civîna rojnamevaniyê da spasî Zanîngeha Çermo û xwendekar û amadebûyan kir û got: Gelek spas ji bo Zanîngeha Çermo ku pêşwaziyê li me kirin û spas ji bo xwendekaran û hêvîdarîn sala xwendina xwe bi serkeftî bi ser bibin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dezgeha hemû Kurdistanê ye li her cîheke pêwîstî bi hevkariyê hebê em amadene hevkariyê bigihînîn, dubare spasî amadebuna we dikîn.
Hêjayî gotinêye ev proje hemû zanîngehên li Kurdistanê li xwe digre û di dema meha Remezana pîroz de berdewam dibe.