Mûsa Ehmed: Di meha Remezanê de nêzîkî 14 hezar zarokên sêwî ji projeya Azîzan sûd wergirtin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dewleta Îmarat li çarçêweya berdewamîdana bi projeya Azîzan ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî taybet bi zarokên sêwî civîneke rojnamevaniyê encamdan, têda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Dewleta Îmarat dabeşkirina gerêkî nû ya mûçeya Azîzan ragihand.
Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand ku tenê li meha Remezana pîroz da 13.820 sênz deh hezar û heşt set û bîst zarokên azîz (sêwî) ji Projeya Azîzan sûdmendbûn ku beşeke zêde bi hevkariya Dewleta Îmarat ve tê piştgîrî kirin. Her bi vê mebestê jî Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî spasî Dewleta Îmarat û Konsolxaneya Îmarat li Herêma Kurdistanê kir ji bo wê hemahengiya berdewam ya li navbera her du aliyan de heye û ragihand hêvîdarîn ev hemahengî û hevkariya di navbera her du aliyan de heye berdewam bibê û her wiha daxwaz ji hemû welatên alîkarbexş û xêrxwazên Herêma Kurdistanê kir li hemahengî û hevkarîkirina projeya azîzan û hemû projeyên Dezgehê berdewam bin ku heta niha roleke wan ya girîng û bi bandor hebûye.
Ji aliyê xwe ve Ehmed Zahirî Konsolê Giştî yê Îmarat li Herêma Kurdistanê spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo berdewambûna wan ya li gel Heyva Sora Îmaratî û encamdana karên wan bi lêhatiyane li sala 2011 ve, Dewleta Îmarat li rêya Heyva Sora Îmaratî ve xwestine hevkariya vê çîna civakê bike ku çîna azîzane û bi navkirina azîz ji bo vê çînê çendîn wateya xwe ya mezin heye.
Zahirî dibêje: Li destpêka destbikarbuna me ya li Herêma Kurdistanê û heta niha me têbîniya ewe kiriye ku gelek bi taybetî muamele ligel vê çînê da tê kirin. Bi taybetî birêz Mesrûr Barzanî Serok Wezîrê Herêma Kurdistanê ku bi telefonê li gel me dipeyve û pirsiyara xewn û hêviya paşeroja wan dike bo ku karhêsanî û hewla pêkanîna hêviyên wan bêdayîn û bi xweşhaliyê ve zêdetirê wan hez dikirin bibin bi pizîşk û endazyar wate kesên karîgerin li nav vê civakê de.
Projeya Azîzan yek ji projeyên girîngên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye ku bi berdewamî zêdetirê 15 hezar zarokên azîz mûçeyên mehane werdigrin ku beşeke wê ji aliyê Dewleta Îmarat ve li rêya Heyva Sora Îmaratî û beşeke din jî ji aliyên xêrxwaz û hevbeşên navxweyî ve tê dabîn kirin.