Bi helkefta hatina meha Remezana pîroz, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî çendîn projeyên xêrxwaziyê li vê mehê da bi cîh kir, yek ji wan projeyên girîng pêkhatibû ji hevkarîkirina xwendekarên beşên navxweyiyên li Herêma Kurdistanê û gihandina xoreka hişk ya ji bo xwendekaran. Ev proje hemû xwendekarên beşên navxweyî li xwe digre û proje heta dawiya meha remezanê berdewam dibê.
Projeya pêşkêşkirina hevkariya xwendekarên beşên navxweyi, li parêzgeha Dihokê li rêkefta 21.04.2022 hate ragihandin û bi hemahengiya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Serokayetiya Zanîngeha Dihokê û grupa kompanyayên Gelîawa hate ragihandin û dest bi bi cîhkirinê kirin.
Li destpêka civîna rojnamevaniyê de, birêz Abdulwahid Berpirsê Nivîsîngeha Dihokê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gotarek pêşkêş kir û têda balkişand li ser çendîn projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û got: Îro ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gel Serokayetiya Zanîngeha Dihokê û Nûnerê Kompanya Gelîawa civîneke rojnamevaniyê saz dikîn li beşên navxweyî yên ser bi Zanîngeha Dihokê bo ku xizmeta xwendekarên xweşdivî bikîn û hevkariyê pêşkeşî bikîn. Ev hevkarî bi hemahengiya di navbera Serokayetiya Zanîngeha Dihok û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Grupa Kompanya Gelîawa tê pêşkêş kirin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li meha remezana pîroz çendîn projeyên xêrxwaziyê heye û bi cîh dike yek ji wan jî hevkarîkirina xwendekarên beşên navxweyî ya zanîngehane ku hejmara wan 11.888 xwendekarin û jê sudmend dibin ku li 4.060 ji wan li nav jûrên li beşên navxweyiyane..
Her wiha em çalakiyên xwe de berdewam dibîn, û pîrozbahiya cejnê li birayên Êzîdî dikîn û çendîn çalakî me li wargeha Şêxan heye û çendîn hevkariyan pêşkêşî wan dikîn. Her wiha projeya çavdêriya azîzan li seranserê parêzgeha Dihok û Kurdistanê berdewam dibê û ji aliyeke din jî proje ji bo xwediyê pêdiviyên taybet û hevkarîkirina hejar û kêm derametan berdewam dibê.
Hevkarîkirina xwendekarên beşên navxweyiyên li parêzgeha Dihokê
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest