Goştê Qurbanê li wargehên tixûbê Hewlêrê hate dabeşkirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane li gel hatina cejna qurbana pîroz projeya goştê qurbanê radigihîne bi hevbeşiya rêxistinên cîhanî û navxweyiyan û kesayetiyên xêrxwaziyan, îsal bi heman awayî ev proje hate ragihandin û li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê hate bi cîh kirin, ev proje li wargehên bin îdareya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tê bi cîh kirin û her yek ji koçber û penaber û xelkê xwecihî sûd jê dibînin.
Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşiya Heyva Sora Îmaratî û çendîn rêxistin û kesayetiyên xêrxwaz, li rojên cejna qurbanê li 16 heta 19.06.2024 goştê qurbanê li ser nîştecihên wargehên tixûbê nivîsîngeha Hewlêrê dabeşkir:
Li rêkefta 16.06.2024 bi hevbeşiya rêxistina Şa’ alamel, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser 150 malbatên nîştecihê wargeha Xazir M1 dabeşkir.
Li rêkefta 16.06.2024 bi hevbeşiya rêxistina Şa’ alamel, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser 310 malbatên nîştecihê wargeha Hesen Şam U3 dabeşkir.
Li rêkefta 16.06.2024 bi hevbeşiya Heyva Sora Îmaratî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser 1.150 malbatên nîştecihê wargeha Dîbege dabeşkir.
Li rêkefta 17.06.2024 bi hevbeşiya Heyva Sora Îmaratî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser 249 malbatên nîştecihê wargeha Herşem dabeşkir.
Li rêkefta 17.06.2024 bi hevbeşiya Islamic Relief, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser 546 malbatên nîştecihê wargeha Xazir M1 dabeşkir.
Li rêkefta 17.06.2024 bi hevbeşiya rêxistina Bidar, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser 230 malbatên nîştecihê wargeha Xazir M1 dabeşkir.
Li rêkefta 17.06.2024 bi hevbeşiya Islamic Relefie, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser 310 malbatên nîştecihê wargeha Hesen Şam U3 dabeşkir.
Li rêkefta 17.06.2024 bi hevbeşiya Heyva Sora Îmaratî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser 794 malbatên nîştecihê wargeha Behirke 1 dabeşkir.
Li rêkefta 18.06.2024 bi hevbeşiya Islamic Relief, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser 1.084 malbatên nîştecihê wargeha Hesen Şam U3 dabeşkir.
Li rêkefta 18.06.2024 bi hevbeşiya Grupa Beranetî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî goştê qurbanê li ser 130 malbatên nîştecihê wargeha Hesen Şam U3 dabeşkir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest