Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane li gel hatina cejna qurbana pîroz, projeya goştê qurbanê radigihîne û bi hevbeşî li gel aliyên xêrxwazan û kompanyayên navxweyî û îsal bi hevbeşî li gel Heyva Sora Îmaratî komek kesayetiyên navxweyî projeya goştê qurbanê ragihand.
Li yekem roja cejna qurbanê de rêkefta 16.06.2024, li civîneke rojnamevaniyê de û bi amadebûna Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Umêd Xoşnaw Parêzgehê Hewlêrê projeya goştê qurbanê hate ragihandin.
Li civîna rojnamevaniyê da birêz Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê piştî bixêrhatina medyakaran pîrozbahiyeke tevahî li mislimanên Kurdistan û cîhanê kir, piştî bixêrhatina amadebûyan behsa encamdana qurbanê li çar rojên cejnê kir û amadehiya kuştargeha Hewlêrê ji bo pêşwazîkirina li welatiyan ji bo anîna ajelan bo kuştargehê pêşanda. Paşê spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Konsuliya Tirkiye û Heyva Sora Iraqî kir.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li gotarek de pîrozbahiya cejnê pêşkêşî misilmanan û Kurdistaniyan kir û got: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî îsal li çalakiyên cejna qurbana pîroz wekî herdem ku hatîne raspardîn ji aliyê cenabê Serok Barzanî ve, li vê helkefta olî û niştimaniyane hemû şiyanên xwe bi hemahengî li gel xêrxwazên Kurdistanê bixîn kar bo ku li xizmeta hejar û kêmderamet û koçber û penaberan da bîn.
Di berdewamiyê de wê yekê xiste rû ku tenê îsal da çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li heft milyaran derbas kiriye û got: 15.245 zarok ji projeya zarokên azîz sûdmendbûne û bi bihayê 4.575.000 dolar û hevkariya nextîne li ser zêdetirê 600 malbatan de hatiye dabeşkirin, bi gujmeyê 130.000 dolar cilubergê cejnane ji bo 596 zarokan hatiye dabînkirin. Her wiha xoreka hişk sebeteya xorekî ji bo 500 malbatan hatiye dabînkirin.
Birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 80 ciwanega dabîn kiriye ji bo parêzgehên Kurdistanê ji Kerkuk heta digihe Helebce û Silêmanî û Hewlêr û Dihokê. Her wiha rêzdar spas û rûmetên xwe pêşkêşî birêzan parêzgerê Hewlêr û îdareya kuştargeha Hewlêrê kir ji bo bi cîhkirina hemû rêkarên tendirustiyê li encamdana karên wan de.
Li dawiya axaftina xwe de spasî hevbeşên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir bi taybetî Heyva Sora Îmaratî û grupa kompanyayên Geliyawe û birêz Xalîd Xoşnaw.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li yekem roja cejnê bi hevbeşî li gel Heyva Sora Îmaratî û kompanya Geliyawe û parêzer Sefîn Dizeyî, dest bi dabeşkirina goştê Qurbanê li Hewlêrê kir û têda 2.226 goşt li ser nîştecihên Daretû, Pîrzîn, Kesnezan, Şawês û Melaomer dabeşkir.



