Azîzan çaveke pir bi hêviyê ve li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dinêrin

“Eve pênç sale Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya me dike. Gelek gelek spasiya wan dikîn ku ev demeke dirêje xizmeta me kirine. Ew hevkariyên ji bo berdambûna me ya li xwendinê gelek bi sûd bûn. Ez pola 12 û daxwaz ji Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mamostayên wanebêj ji bo min dabîn bike, bo ku bikarim bi konmireyên bilind li Zanîngehê bême wergirtin”.
Eve axaftina (Emîne. S) ya temen 18 sal bû. Ewê xatûnê got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye cihê hêviya me û birastî kar û keda wan cihê destxweşiyê ye û hêvîdarîn xwedayê mezin wan biparêze û li xizmetkirina xelkê hejar de her berdewam bin”.
(Yusra ) Dayika zarokeke azîze û dest ji bo asîmanan vedike û dibêje: “Xwedayo ewê dilê bêbavan û sêwiyan xweş dike, dilê wî xweş û laşê wî sax bikî. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî yarmetiya hezaran dayikan daye, ku hevjînên wan tûne û ji bo ku zarokên wan ji xwendinê neyên veqetandin ewan alîkarî kirin. Em gelek spasî hevkariyên wan dikîn û hêviya berdewamî û temendirêjiyê ji bo wan dixwazîn”.
(Sara. S) Keçekî temen 13 sale û wekî ku wê behs kir, pola heftê temam kiriye û eve heşt sale ew bi xwe û xuşka wê mûçeya azîzan werdigrin. Xewnên sara gelekin, lê belê di derbarê xewna xwe ya mezin dibêje: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî me biriye meydana Hespsiwariyê, ji wê demê ve mezintirîn hêviya min eweye bibime rahênerê Hespsiwariyê û birastî destxweşiyê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim ku wekî bav û birayeke dilsoz hevkariyên cûr bi cûr li me kirine”.
(Belên. S) kureke temen 15 sale û du birayên xwe yên ji wî biçûktir heye. Eşkere dike ku eve heft sale ew bi xwe û birayên wî ji projeyên azîzan sûdmend bûn. Heman demê de bi dilgermiyeke mezin ve got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xizmeteke zêder li xelkê hejar kiriye. Bi taybetî ew zarokên ku sêwî ne ku bavê wan nîne û yan dayika wan nîne ji bo dabînkirina xerciya malbatê gelek westiyane. Me hêviyeke mezin heye, em piştrastin bi palpiştiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hêviyên me pêk tên”.
Zarokên azîz û serpereştiyên wan gelek bi hevkariyên xêrxwazan û hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dilxweşin. Hemû wê alîkariya mirovî bilind dinirxînin. Îsal jî hevdem li gel pêşwaziya cejna qurbana pîroz, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî(BCF) bi hevbeşiya Heyva Sora Îmaratî û xêrxwazên navxweyî yên Kurdistanê, bi gujmeya (4.575.145) dolar li ser zarokên azîz (sêwî) li Herêma Kurdistan û Iraqê dabeş dike.
Dabeşkirina mûçeyên azîzan bi hevbeşiya Heyva Sora Îmaratî û kompanya û xêrxwazên Kurdistanê bi fermana birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, heta roja cejn berdewam dibe, ji bo ku hemû azîzek mûçeyê werbigrin û bikarin sûd ji cejna qurbanê bibînin. Li vî derbarî de birêz Muhsîn Mihemed Salih Berpirsê Yekîneya Azîzan û Bêhevjînan ya Nivîsîngeha Hewlêrê ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di derbarê çawayiya dabeşkirina hevkariyan li vê projeyê de got: “Ji Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî biryarek ji bo me hatiye, heta roja berî cejna pîroza qurbanê hemû mûçeyan li ser azîzan da dabeş bikîn. Ji ber wê rewşa gelek dijwar û zêdetirê wan dibe ku nekaribin zarokên xwe li roja cejnê da jî dilxweş bikin. Ji bo wê yekê divê heta roja berî cejnê dabeşkirina mûçeyan temam bibe û her çi nebe azîz jî bikarin hinek ji pêdiviyên xwe dabîn bikin”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest