Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Heyva Sora Îmaratî projeya dabeşkirina goştê Qurbanê radigihînin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hevbeşiya dewleta Îmarat û Heyva Sora Îmaratî, roja 10.06.2024 li civîneke medyayî û bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Ehmed Elzahîrî Konsûlê Giştiyê Îmarat li Herêma Kurdistanê, projeya dabeşkirina goştê Qurbanê ragihandin.
Birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li axaftina xwe ya ji bo medyakaran da, di destpêkê de bi helkefta nêzîkbûna cejna Qurbana pîroz, bi navê karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, cejnê li misilmanên Kurdistan û cîhanê pîroz kir. Heman demê de got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane li gel Heyva Sora Îmaratî û li gel cenabê Konsûlê Giştiyê Îmarat li Herêma Kurdistanê û xêrxwazên Kurdistanê projeya cejna qurbanê me hebû. Cihê xwe ye ku spasî xelkê Kurdistanê û sermayedarên Kurdistanê bikîn ku berdewam palpiştiya projeyên xizmetguzariya mirovî ya dezgehê kiriye ku bikaribe destekî pir ve li xizmeta welatiyên Kurdistan û koçber û penaberan bikin”.
Li mijareke dinê axaftina xwe de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi navê cenabê Serok Barzanî û rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, cejnê li koçber û pernaberan pîroz kir û got: “Serbilindîn ku hemû hewlên me ji bo ewe bûye, li rojên xweş da koçber û penaberan jî wekî welatiyên Kurdistanê cejna xwe bikin”.
Birêz Musa Ehmed balkişand li ser wê yekê ku hê jî zêdetirê yek milyon koçber û penaber li Herêma Kurdistanê dane û daxwazê ji hemû balyozxane û konsûlgerî û dewletan û rêxistinên alîkarîbexş kir ku ew jî li xizmetkirina koçber û penaberan de beşdar bin ku li 35 wargehên li Herêma Kurdistanê de hatine nîştecîh kirin. Tekez jî li wê yekê kir ku alîkariya navdewletî gelek kêm kiriye, ji bo wê yekê hêvî xwest ew jî wekî Heyva Sora Îmaratî palpiştiya alîkariyên mirovî bikin”.
Ji aliyê xwe ve birêz Ehmed Elzahîrî Konsûlê Giştiyê Îmarat li Herêma Kurdistanê, di destpêkê de bi helkefta hatina cejna Qurbana pîroz, pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhanê û bi taybetî li Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Heman demê de got: “Em berdewamîn li projeya goşta Qurbanê wekî salên berê, li navbera dewleta Îmarat û li ser raspardeya birêz Şêx Hemdan Bin Zayid Alniheyan û bi hevkariya Heyva Sora Îmaratî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî encam bidîn. Spasî hewlên berdewamên wan dikîn ji bo hevkariya koçber û penaber û mêhvandarîkirina wan ya li Herêma Kurdistanê li salên derbasbûyî de. Proje jî nêzîkî 80 hezar kes jê sûdmend dibin. Ez piştrastim projeyên din ji aliyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevbeşî li gel xêrxwazan tê bi cîh kirin, ji bo wê yekê pêşkêşkirina goşta Qurbanê kesên din jî li xwe bigre”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest