Rêzdar Xunaw Emîn Nûnera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîka, roja 02.06.2024 li hevdîtinê de li gel rêzdar Tirîfe Ezîz Nûnera Hikumeta Herêma Kurdistanê li Wîlayetên Yekgirtiyên Amerîka, her wiha li gel birêzan Dilovan Birêveberê Karubarê Akademî û destpêşxeriya stratejiyan li Hikumeta Herêma Kurdistanê û Desko Şêrwanî Birêveberê Gihandina Peyama Civakê li Hikumeta Herêma Kurdistanê, tîşk xiste li ser wê yekê ku çawa bikarin peywendiyên xwe li gel rêxistinên navdewletî berfirehtir bikin ku karê mirovî encam didin. Bi taybetî li warên perwerde û tendirustî û jîngehê de, bi mebesta zêdetir xizmetkirin û gihandina destê hevkariyê bi kesên niyazmendan. Guftûgoya wan li ser lêgerîna li pey bîroke û derfetan da bûn ji bo bihêzkirina civakê û pêşxistina geşepêdana aborî û civakî. Amadebûyên civînê danustandina nêrîn û stratejiyên xwe kirin û tekez li ser wê yekê kirin ku girîngiya geşepêdanê berdewam û geşkirinê giştgîr kiriye.
Nûnera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Amerîka li hevdîtineke din de li gel birêz Profesor Xazî Zêbarî çendîn projeyên lêkolînê amade kiribû ku armanca wan bilindkirina xweşguzeraniya civakê bû. Guftûgoyeke kûr li ser çareseriyên dahêneran û hewlên hevbeş yên ji bo bilindkirina kertên îhmalkirî kirin. Her wiha pêşxistina perwerde û baştirkirina destragihiştin bi çavdêriya tendirustiyê kirin. Heman demê de egera karkirina pêkveyî ya li ser babetên miroviyên li Kurdistan û Iraq û dewrubera wê bi hûrî hate nirxandin.
Birêz Profesor Xazî Zêbarî li sala 1992 ve li warê gihandina alîkariyên pizîşkî û mirovî û avakirina şiyanê li Kurdistanê da beşdar bûye.