Bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Ehmed Elzahîrî Konsulê Giştî yê Îmarat li Herêma Kurdistanê, roja 02.06.2024 li civîneke rojnamevaniyê de projeya dabeşkirina mûçeyên azîzan ragihand.
Li vê projeyê da ku hevdeme li gel pêşwaziya cejna Qurbana pîroz, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî BCF bi hevbeşiya Heyva Sora Îmaratî û xêrxwazên navxweya Kurdistanê, (4.575.145) dolar li ser zarokên azîz (sêwî) li Herêma Kurdistan û Iraqê dabeş kir.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî bixêrhatina amadebûyan, li daxuyaniyek da ji bo medyayê behsa ewe kir ku projeyeke wiha mezin û alîkarîkirina zarokên azîz (sêwî) cihê şanaziya hemû xelkê Kurdistanê ye û bi taybetî cihê şanaziye ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku kariye îdareya wê projeya mezin bike û got: “Cenabê Serok Barzanî li damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de, me raspard ku pirek bîn li navbera xelkê xêrxwaz û welatên alîkarîbexş û xelkê hejar û kêmderamet de. Me jî hemû şiyana xwe bikaranî ku wê pira baweriyê pêkbînîn û bi xweşhaliyê ve sal bi sal, projeyên me yên hevbeş li gel welatên alîkarîbexş û rêxistinên navdewletî û kompanya û sermayedarên Kurdistanê zêdetir dibe. Me salane hewl daye ku cejn û helkeftên taybetî tevlî proje û karên xwe yên xizmetguzarî de bikîn. Niha jî bi helkefta nêzîkbûna cejna Qurbana pîroz, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berdewamiyê bi wê projeya mezin û berfireh dide ku projeya azîzên Kurdistane û li sala 2012 ve ew proje bi serpereştiya cenabê Kek Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî destpêkiriye. Di destpêkê de li gel Heyva Sora Îmaratî wê projeyê me ragihand ku bi xweşhaliyekî mezin ve me karî li gel kompanyayên Kurdistanê jî berdewamiya vê projeyê bidîn ku niha ji bilî li hemû parêzgehên Herêma Kurdistanê, dest avêtiye perçeyên dinê Kurdistanê û parêzgehên Iraqê jî. Her wiha cenabê Kek Mesrûr Barzanî xwazyarê ewe bû ku hemû zarokeke azîz ji wê projeyê sûdmend bê”.
Birêz Ehmed Elzahîrî Konsulê Giştiyê Îmarat li Herêma Kurdistanê, li destpêka axaftina xwe de, piştî bi xêrhatina amadebûyan, balkişand li ser wê yekê ku “welatê Îmarata Erebî li vê projeya miroviya mezin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi (azîzan) bi nav kiriye, berdewam dibe”. Her wiha got: “Îro amadebûna me ya li vir nîşaneya berdewamiya meye li pal birayên me yên li koçber û penaberan û her wiha çînên dinê li Herêma Kurdistanê wekî azîzan û hewl jî didîn, li salên pêş de wê pereyê zêde bikîn, ji bo ku zêdetirîn zarokên sêwî û azîz li xwe bigre. Hêvîdarîn piştî derçûna wan ya li xwendin û damezrandina wan, berev pêşveçûna wan li hemû aliyek ve berdewam bê, bo ku bibin kesêk ku paşerojeke baş wan li Herêma Kurdistanê hebê”.
Konsulê Giştiyê Îmarat li Herêma Kurdistanê, eve jî ragihand ku di dema salên paşerojê da jî projeyên me yên hevbeş li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dibe, çi li rûyê geşepêdanê, yan mirovî û got: “Em hevbeşekî stratejîne li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo alîkariya mirovî. Her wiha spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim, ji bo hewla wan ya li îdarekirina wargehên koçber û penaberan. Eve jî hewlekin dibe ku hinek kesek pê nizanin, lê belê em ji ber karkirina Heyva Sora Îmaratî û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bandora wan hevkariyan dibînîn li ser xizmetkirina çînek ku pêwîstî bi çavdêrî û palpiştiyê heye”.
Her li vê kongreya rojnamevaniyê da, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, projeyê bi projeyekî “giştgîr, cûreya, perwerdeyî û gelek bi bandor” da zanîn, tekez jî li wê yekê kir, ku çendîn navendên cîhanî lêkolînê li ser wê projeya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kiriye. Bi taybetî ku hejmara zarokên azîz zêdeye û girîngiyeke tevahî jî bi xwendina wan hatiye dayîn. Yek ji mercên sûdmendan jî eweye bixwînin û li xwendinê berdewam bê. Paşê tîşk xiste li ser naveroka projeyê ku li çend rojên pêş de dest bi dabeşkirina mûçeya azîzan tê kirin û cîh û pere û hejmara azîzên sûdmendbûyî bi vî awayî xisterû:
Office | Pere bi dolar | hejmara azîzan | |
---|---|---|---|
1 | Hewlêr | 1,077,309 | 3,568 |
2 | Dihok | 859,799 | 2,733 |
3 | Silêmanî | 529,681 | 1,882 |
4 | Kerkûk | 301,560 | 1,054 |
5 | Germiyan | 549,324 | 1,739 |
6 | Helebce | 41,770 | 160 |
7 | Nînowa - Mûsil | 64,752 | 231 |
8 | Enbar-Bexda-Tikrît | 127,230 | 408 |
Bi giştî | 3,551,425 | 11,775 |
Office | Pere bi dolar | hejmara azîzan | |
---|---|---|---|
1 | Hewlêr | 240,000 | 800 |
2 | Dihok | 178,200 | 594 |
3 | Silêmanî | 165,900 | 553 |
4 | Germiyan | 136,200 | 454 |
5 | Kerkûk | 193,500 | 645 |
6 | Şingal | 78,300 | 261 |
7 | Helebce | 16,500 | 55 |
8 | Efrîn | 15,120 | 108 |
Bi giştî | 1,023,720 | 3,470 |
cûreya kefaletkirina nivîsîngehê | hejmara azîzan | Gujmê pereyê |
---|---|---|
Heyva Sora Îmaratî | 11,775 | 3,551,425 |
Kurdistan | 3,470 | 1,023,720 |
Bi giştî | 15,245 | 4,575,145 |