Li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî semînarekî taybet bi jinan hate pêşkêş kirin

Birêz Çinar Samî karmenda nûjdarî ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ragihand: “Roja 28ê meha gulanê ya hemû salekê, li sala 2011 ve wekî roja cîhanî ya tendirustiya jinan hatiye destnîşan kirin û her li vê rojê da jî li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, birêz Dr. Hîran Selam, semînarekî hişyarkirina tendrustî û xweparêziyê ji bo xanimên karmendên Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Nivîsîngeha Hewlêrê pêşkêş kir. Têda tîşk xiste li ser rêkarên parastina tendirustî û xweparêziyê li bikaranîna wan dermanên negûncayî ku ziyanê li tendrustiya jinan dide û bingeha zanistîya wan nîne û tenê ji bo bazirganiyê hatine hawirde kirin”.
Birêz Çinar Samî ewe jî xisterû ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke giştî û ciddî, kar li ser kertên tendirustiyê dike. Li vê roja cîhanî ya taybet bi tendirustiya jinan jî me bi pêwîst zanî vê semînerê rêk bixîn. Li dawiyê de li ber çav girtina wê yekê ku zêdetirê xaniman ji niha de tûşî helwerîna pirçê bûne, piştî lêgerîn û dûvdaçûnan baştirîn cûreya orjînala şampoya dijî hilwerîna pirçê ji bo beşdarbûyên semînerê dabîn kir, li gel maskekî dem û çav û krêma lêhvan ku li vê demsalê de tûşî qilîşan û hişkbûnê dibe”.
Her wiha got: “Her ji vir ve daxwazê ji xanimên birêz dikîn, bi tevahî girîngiyê bi xweparêzî û parastina tendirustiya xwe bidin û li bikaranîna wê dermanê ku ziyanê li tendirustiya wan digehîne dûr bikevin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest