Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û kompanya FNC li karê hevbeşa mirovî de berdewam dibin

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja 26.05.2024 serdana kompanya FNC kir û ji aliyê birêz Teysîr Elferec Serokê Kompanyayê ve bi germî hate pêşwazî kirin.
Armanca serdanê derbirîna spasguzariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bû li hember karên miroviyên kompanya FNC ku demên derbasbûyî de hevbeş û hevkarê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî BCF bûn, bi taybetî li helmeta rûbirûbûna karesata xwezayî û lehî û her wiha li avakirina 3 xwendingehên qonaxa bingehîn ya li (Sîdekan û Helebce) yê de.
Her li vê hevdîtinê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hêviya berdewamiyê li alîkariyên miroviyan û serkeftinê ji bo wan xwest.
Ji aliyê xwe ve Serokê Kompanya FNC, xweşxaliya xwe bi vê serdanê derbirî û piştrast kir ku kompanya wan li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve, li hevkariyên mirovî de berdewam dibin. Heman demê de pesnê kar û çalakiyên miroviyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest