Efrîn… Tîmên BCF hevkariya ziyanberketiyên lehiyê kirin

Nîştecihên sê gundên ser bi nahiya Cindirês ya li tixûbê Efrînê ji ber zêde baranbarînê û rûdana xwezayî ya lehiyê ziyanmend bûn û tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) bi hana wan ve çûn.
Birêz Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsê Dosyeya Sûriye, ragihand “Piştî baranbarîna zêde roja 24.05.2024 li tixûbê Efrînê, nîştecihên sê gundên ser bi nahiya Cindirês, ziyanekî zêde li ber wan ket. Tîmên Hawarçûna Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û tîmên pizîşkiyên gerok û komek xwebexş, bi lez li cihên rûdanan amade bûn û hevkariya ziyanberketiyên lehiyê kirin”.
Her wiha got: “Ji bilî li helmeta paqijkirina rê û baniyan û paqijkirina zêdetirê 50 xaniyên gundên (Telsilor, Dêwan, Xirbeloş), paketên xorek û hevkariya nexorekî li ser hemûyan da hate dabeş kirin. Heman demê de tîma pizîşkiya gerok, piştî pişkinînê, derman û çareseriya bê beranber ji bo jin û zarok û zilaman dabîn kir”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest