Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya Roj Pêşrew Dizeyî kir

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja 20.05.2024 li Serokayetiya Dezgehê, bi germî pêşwaziya birêz Roj Pêşrew Dizeyî kir.
Li vê hevdîtinê de Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî serdana wî bilind nirxand û spasî helwestên wî kir û hêviya serkeftinê ji bo wî xwest û palpiştiya xwe ya tevahî ji bo gotinên wî derbirî û ragihand: “Roj Pêşrew Dizeyî sembolekî xweragir û rabûnê ye li beranber wan êşên li ser wî û malbata wî ya rêzdar hat”, hêviya tendirustiyê ji bo wî bi xwe û kesukarên wî xwest û sozê pêda ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî mala wî dibe ji bo gihandina hevkariyên wan bi xelkê hejar û kêm dahat.
Heman demê de birêz Roj Pêşrew Dizeyî tekez li wê yekê kir ku bi mebesta dûpatkirina wan sozên xwedê jêrazî Pêşrew Dizeyî (bavê wî) ku ji bo hevkariya mirovî li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî da bû, serdana wan kiriye. Her wiha ragihand: “Hemahengî û bexşînên grûpa kompanyayên Falcon ji bo projeyên dezgehê û hevkariya hejaran û lêqewimiyan berdewam dibê û çendîn destpêşxeriyên mirovî dibe”.
Li dawiya vê hevdîtinê de Birêveberê Kompanyayên Falcon, peykerê “Falcon” ku sembol û hêmaya dirustbûna nifşeke çalak ya ciwanane li nav vê dîrokê de, pêşkêşî Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest