Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya şandekî Komîsyona Bilinda Penaberên Cîhanê kir

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî roja 08.05.2024 li Serokayetiya Dezgehê, pêşwaziya şandekî Komîsyona Bilinda Penaberên Cîhanî ya bi Serokayetiya birêz Cîn Nîkolas Nûnera UNHCR li Iraqê kir.
Li hevdîtineke dostane da rewşa mirovî ya Herêma Kurdistanê kete ber behs û birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, hevkarî û hemahengiyên Komîsyona Bilinda Penaberên Cîhanî bilind nirxand, tekez jî li wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî sûdeke zêde ji ezmûna Komîsyona Bilinda Penaberan wergirtiye. Her wiha spasî karmendên Komîsyona Bilinda Penaberan kir ku di demên çend salên derbasbûyî de li gel tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêkve xizmeta koçber û penaberan kiriye. Hêvî jî xwest ew hevkarî û hemahengiya wan li paşerojê jî berdewam bin.
Ji aliyê xwe ve birêz Cîn Nîkolas Nûnerê UNHCR li Iraqê behsa ewe kir ku bi awayeke gelek erênî ji wê ezmûnê dinêre ku li Iraq û Herêma Kurdistanê wan hebûye û got: “Mixabin di dema karkirina min temam bûye û her ewe jî sedema vê serdanê bû. Gelek şanaziyê bi hevbeşiya me ya li gel Navenda Hevbeşa Hemahengiya Qeyranan JCC û li rêya wan jî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikim.
Li dawiya vê hevdîtinê de jî birêz Musa Ehmed, rêzlênan û spasnameya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşkêşî bi birêz Cîn Nîkolas kir.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest