Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina MAIN ya Norwêcî yadaştnameya karê hevbeş nû dikin

Piştî zêdetirê sê salan karê hevbeş li warê dabînkirina derman û pêdiviyên pizîşkî bi têçûna zêdetirê 10 milyon dolaran ji bo Herêma Kurdistanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina MAIN ya Norwêcî yadaştnameya karê hevbeş nû kirin.
Li rêwresmê da ku roja 06.05.2024 li Hotel Rotana ya li Hewlêrê û bi amadebûna birêzan Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê û Gayer Fîld Birêveberê Çalakiyên Navdewletî ya rêxistina MAIN ya Norwêcî û hejmarek karsaz û sermayedar û xêrxwazên hevbeşên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêve çû, yadaştnameya hevtêgihiştinê ji bo karê hevbeş li warê alîkariya tendirustî ji aliyê birêzan Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Birêveberê Çalakiyên Navdewletî ya rêxistina MAIN ya Norwêcî hate îmza kirin.
Birêz Karzan Nûrî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî bixêrhatina amadebûna mîhvanan, balkişand li ser wê yekê ku rêxistina MAIN ya Norwêcî li sala 2021 peymanek li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wajo kir û di van sê salan da nêzîkî 100 ton derman û pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine ku zêdetirê 150 hezar nexweş jê sûdmend bûn.
Her wiha got: ”Ji aliyê civaka navdewletî ve êdî Herêma Kurdistan û Iraq li ewlewiyeta alîkariyên mirovî da nînin. Ajansên ser bi Neteweyên Yekgirtî roj bi roj hevkariyên xwe ji bo Kurdistanê kêmtir û kêmtir dikin ewe jî erkekî giran ji bo Hikumeta Herêma Kurdistanê û ji bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dirust kiriye. Bi taybetî ku 33 wargehên koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê hene û zêdetirê 900 hezar kes têda nîştecîhin”.
Paşê birêz Dr Saman Berzencî Wezîrê Tendirustiya Hikumeta Herêma Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir û têda tekez li wê yekê kir ku di dema şerê dijî terorîstên Da’îş hejmarekî zêdeyê koçber û penaber bi lehiyê ve rû li Herêma Kurdistanê kirin û ewe jî hevdem bû li gel qeyrana darayî ku heta niha jî rûyê Kurdistanê girtiye ku eger hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nebûya, erkê Hikumeta Herêma Kurdistanê gelek giran dibû, ku welatên pêşketî jî şiyana wergirtina wan hemû koçber û penaberan nîne.
Heman demê de spas û rûmetên xwe yên taybetî pêşkêşî rêxistina MAIN ya Norwêcî kir û balkişand li ser wê yekê ku li welatekî mezinê wekî Brîtanya li hemû cihên giştî sindoqa komkirina hevkariyê ji bo nexweşan daniye û dahata çendîn aheng û konserên mezin jî ji bo xizmetkirina kerta tendirustiyê terxan kiriye.
Piştî pîrozbahiya li nûkirina projeya hevbeşa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî rêxistina MAIN ya Norwêcî, sozê da ku hemû hêsankariyek ji bo wan bikin.
Paşê Dr. Lezgîn Cemîl Birêveberê Projeyên Rêxistina MAIN li Iraqê û Asya, li gotarek de behsa ewe kir ku sîstema tendirustiyê li hemû cîhanê da li jêr çendîn astengan daye û got: “Em wekî rêxistinên mirovî dikarîn hevkariya kerta tendirustiyê bikîn. Li sê salên derbasbûyî jî me kariye zêdetirê 100 milyon dolar hevkariyê wekî derman û amêr û pêdiviyên pizîşkî ve bigihînin Kurdistanê, dermanên degmen û kalîte bilindin û hezaran nexweş me heye ku tûşî şêrpence û şekre û pestanî xwînê bûne û ji bo demeke dûr û dirêj pêdiviya wan bi wan dermanan heye.”
Birêz Gayer Fîld Birêveberê Çalakiyên Navdewletî ya rêxistina MAIN gotara xwe de bixêrhatina amadebûyan kir û got: Îro şahîdê wajokirina peymaneke hevbeşa di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina MAIN ya Norwêcî bûyîn. Tenê li van sê salan da nêzîkî 100 milyon dolar derman û pêdiviyên tendirustiyê me dabîn kirine ku ji civaka navdewletî hatine wergirtin û bi kerta giştiya tendirustiya Kurdistanê hatiye dayîn. Ew dermanên ku me ji bo Kurdistanê anîne, zêdetirê wan li Kurdistanê û Iraqa Federal bi dest nakevin. Hejmara wan hevkariyan û têçûn, pêdagiriya civaka navdewletî û wê xweşdivî û dilgermiyê nîşan dide ku Ewrûpî û xelkê Amerîka ji bo xelkê Kurdistanê heye”.
Her wiha got: “Bi dehan milyon dolar derman û pêdiviyên pizîşkî amadeye ku veguhezin û pêşkêşî bi Wezareta Tendirustiya Kurdistanê bikin. Lê belê şer wiha kirine, rêyek nîne ku veguhezin. Îro rojekî dîrokiye û bi yarmetiya we projeyek radigihînîn ku gelek dermanên bêhempa ji bo xelkê Kurdistanê dabîn dike. Hevkarî ji Ewrûpa ve tînin Kurdistanê û li cîhanê da jî tiştek ji wê mezintir nîne ku jiyana kesek ji mirinê rizgar bikîn, ji bo wê yekê tikaye ji bo bi cîh gihandina hewlên me beşdariyê li gel me da bikin”.
Li beşa dawî ya rêwresmê da peymana hevtêgihiştin û girêbesta di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina MAIN ya Norwêcî, hate nû kirin û ji aliyê birêzan Îbrahîm Semîn Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Gayer Fîld Birêveberê Çalakiyên Navdewletî ya rêxistina MAIN ve hate wajo kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest