Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî bi mebesta xizmetkirina xwediyê pêdiviyên taybet, xulek ji bo karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vedike.
Piştî wê yekê birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî BCF roja 28.04.2024 pêşwaziyê li şanda Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî bi Serokayetiya birêz Mark Enderson kir û li vê hevdîtinê de bu hûrî guftûgoya projeya hevbeş ya ji bo xizmetkirina xwediyê pêdiviyên taybet kir, biryar hate dayîn Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî, xulekî rahênanê ji bo karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hemû nivîsîngehên xwe veke.
Xuleke li rojên 27 heta 30.04.2024 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî birêveçû.
Mebesta encamdana xulê bi hêzkirina peywendiya di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî û karkirina zêdetir pêkveyî li warê xizmetkirina xwediyê pêdiviyên taybet bû.
Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî çendîn sale hevbeşekî serekî ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye li warê xizmetkirina xwediyê pêdiviyên taybet û pêkve ji bo xizmetkirina wê twêjên projeya cûr bi cûr bi taybetî li warê dabînkirina kursa livînê (Willcher) ji bo xwediyê pêdiviyên taybet encam daye.
Dezgeha Xêrxwaziya LDS xulek ji bo karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî vedike
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest