Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), roja 17.04.2024 heftemîn wargeha pêşxistina mirovan ji bo 80 karmendên dezgehê vekir.
Ev wargeh wekî wargehên din li devera Barzan li gundê Avdelan hate vekirin.
Li roja duyema vekirina wargeha heftem li roja (18.4î2026) de, ji bilî li werzîşkirina li kada wargehê û rêveçûna li derveyê wargehê û bilindkirina ala Kurdistanê li destpêka rojê da, semînerek û du workshop hatin pêşkêş kirin.
Li semînerê da rêzdar Şêx Firyad Barzanî, Pêşmerge û nivîskar û kesayetiyê navdar û bi nav û deng, tîşk xiste li ser (bîr û baweriya Barzan) û gelek babetiyane di derbarê hizra Barzan û yasayên taybet yên deverê û xebat û şoreşên Barzan û qurbaniyên wan, ber çavrûniyên zêdetir bi amadebûna semînerê bexşî.
Birêz Dr Rewşt Reşîd Sebrî, Şêwirmendê birêz Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku doktoraya xwe li pîsporê pizîşkiya derûnî de heye û endamê komeleya pizîşkên derûnî ye li Amerîka û rahênerê navdewletiye li îdareya stresê, workshopekî zanistî di derbarê sedemên dirustbûna stres û xemokî û rêkarên çareseriyê pêşkêş kir.
Li workshopekî din de, birêz Dr Rênas Cano, kesayetiyê akademî û mamostayê zanîngeha Dihokê ku doktoraya xwe li zanistên siyasî û felsefeya siyasî de heye, di destpêkê de çemkê felsefeyê pênase kir û paşê şîroveyek li ser felsefeya navê (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) guftûgo kir. Karmendên Dezgehê bi (leşkerê dijî şer) da zanîn. Li workshopê de jî kitêbekî xwe û çend berhemên feylesofên mezinê cîhanî di derbarê felsefeya siyasî ji bo amadebûyan şîrove kir.







