Projeyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li kerta xorekî û nexorekî û dirava nextî li meha remezana pîroz

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), hemû salek li gel hatina meha remezana pîroz, çendîn projeyên cûr bi cûr bi sponseriya sermayedar û rêxistinên navxweyî û biyanî radigihîne. Mebesta van projeyan gihandina zêdetirîn hevkariye bi koçber û penaber û malbatên kêmdahat û azîzan û xwediyê pêdiviyên taybete. Îsal jî li gel hatina meha remezana pîroz, çendîn proje ketin warê bi cîhkirinê û bi serkeftiyane hatin encam dan.
Her li çarçêweya projeyên meha remezana îsal, ev proje hatin encamdan ku pêkhatibûn ji: Dabeşkirina (paketên xorekê), dabînkirina şîva berbangê, dabeşkirina ard û rûn, dabînkirina şîva berbangê ya azîzan, dabeşkirina sepeta xorekî bi hemahengî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Hacî Yehya, dabeşkirina sepeta xorekî bi hevkariya grûpa Geliawa, dabînkirina şîvek ji bo azîzên(sêwiyên) li Kelar, dabeşkirina mirîşk, projeyên zekat, hevkariya nextîne ji bo 20 malbatên xwedî nexweş, projeya azîzan ya Polonya, projeya Nojîn, bernameya meha remezanê li Şêladizê û helmeta Li gel we yîn li bajarê Kerkûk hatin encamdan.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî û hevbeşiya xêrxwazan û li çarçêweya projeya hevkariyan xorekî û nexorekî li meha pîroza remezanê, ev çalakî hatine encamdan:
Kerta xorekî ya hişk û danên xwarinê û hejmara sûdmendan li gor parêzgehan:
Hewlêr: Dabeşkirina 14.943 paketên xorekê
Dihok: Dabeşkirina 13.931 paketên xorekê
Silêmanî: Dabeşkirina 2.605 paketên xorekê
Kerkûk: Dabeşkirina 6.750 paketên xorekê
Mûsil: Dabeşkirina 6.500 paketên xorekê
Helebce: Dabeşkirina 500 paketên xorekê
Xwarina berbangê: Li Hewlêr 30.000 danên xoreka germ di dema berbangê hatine pêşkêş kirin.
Dabeşkirina ard û rûn li Hewlêrê 2.000
Xwarina berbangê ji bo azîzan(sêwiyan) li Hewlêr 324 azîz û malbatên wan. Li gel pêşkêşkirina du sepetên xorekê bi her malbatek.
Xwarina berbangê ji bo azîzan li Kelar 100
Sepeta xorekî bi hemahengî li gel Dezgeha Xêrxwaziya Hacî Yehya li Hewlêr 1.000
Sepeta xorekî grûpa Geliawa li Hewlêr 4.650
Dabeşkirina 25.000 mirîşk (Li Hewlêr 12.500 li Dihok 12.500)
Her wiha li kerta nexorekî û hejmara sûdmendan pêkhatibû ji malbatên xwedî nexweş û azîzan û malbatên kêmdahat, li parêzgehên cûda cûda û bajar û bajarokan ku bi vî awayî bûn:
Hevkariya nextîne ji bo 20 malbatên xwediyê nexweşan.
Hevkariya nextîne ji bo azîzan li projeya Polonya (13.350 dolar) li Hewlêr 13 azîz û li Şingalê 15 azîz.
Hevkariya nextîne li projeya zekat bi sponseriya birêz Xalîd Xoşnaw, ji bo her malbateke kêmdahat 200 dolar ku bi vî awayî hate dabeş kirin: Li Hewlêr 500 malbat û li Dihok 400 û li Silêmanî 350 û li Kerkûk 250 û li Helebce 250 û li Germiyan 150 malbat sûdmend bûn.
Hevkariya nextîne û xorekî û nexorekî li Şêladizê 190 malbat.
Hevkariya nextîne û xorekî li projeya (helmeta li gel we yîn) li Kerkûkê 100 malbat sûdmend bûn.
Li meha pîroza remezanê û li projeya Nojîn 15 xanî bi tevahiya kelupelên pêwîstiyê navmalê ji bo 15 malbatên kêmderametan hate dabîn kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest