Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li dirêjahiya kar û çalakiyên li meha pîroza Remezanê û bi helkefta cejna Remezanê ve, roja 08.04.2024 bi hevbeşî li gel (Leqa Kerkûkê ya Birêveberiya Koç û Koçberan û bersîvdana qeyranan, Bexşer Arezû Cebar, bexşer mafperwer Hawrê Îhsan, bexşer Selahedîn Serdarî, kompanya Elwezîr û kompanya Bêta Seyid Mecîd, projeya (helmeta em li gel we ne) bi cîh kir. Li vê projeyê de 100 malbatên hejar û kêmderametên bajarê Kerkûkê sûdmend bûn û hevkariya nextîne, azûqe, paketa paqijiyê, paketa cejnê (Şerbet û çîkolêt û çerezat û ciluberg) pêşkêş kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li jêr diruşma “Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê”, herdem bi cîh û projeyên cûda de pêktîne ji bo xizmetkirina niştimaniyan û bûye navendeke girîngê baweriya bexşeran û gelek ji bexşerên Kurdistanê dixwazin li rêya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hevkariyên xwe bigihinin kesên hêjayî. Cihê xwe de ye li vir de spasî baweriya bexşeran bi tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikîn û ji wan re bibêjîn: “Emaneta we gihîşte cihê xwe”.
Çawayiya hilbijartina dosyeyan û peydakirina malbatên hejar babetekî gelek girînge û em wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî gelek tekez li ser vê xalê dikîn. Piştî destnîşankirina taxên hejarnişînan tîmên me bi awayeke meydanî serdana wan taxan dikin û mal bi mal li dergehan didin û serdana malbatên hejaran dikin û piştî nirxandina rewşa jiyana wan ji aliyê lîjneyek ve biryar li ser wergirtin û sûdmendkirina dosyeyan didîn û hevkariyan pêşkêş dikîn.



