Bi dawî hatina şeşemîn wargeha pêşxistina mirovan

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi hevbeşî li gel Binkeya Rewşenbîrî û Civakiya Laliş, wargeha pêşxistina mirovan ji bo lawên Êzdiya vedike û birêveberê wargehê jî behsa naveroka wê dike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), bi hevbeşî li gel Binkeya Rewşenbîrî û Civakiya Laliş, roja 03.04.2024 wargeha pêşxistina mirovan ji bo 100 keç û kurên xortên Êzdiyan vekir. Roja 07.04.2024 dawî bi çalakiyan hat û beşdarbûyan bawernameya beşdarbûnê li wargehê de wergirtin.
Birêz Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Birêveberê Şeşemîn Wargeha Pêşxistina Mirovan, her li vî derbarî de ragihand: “Ev wargeha li devera Barzan li gundê Avdelan hatiye vekirin. Cîheke taybet ji bo jinan û ji bo zilaman û pêdiviyên wan hemû hate dabîn kirin. Eve jî xula şeşema wargeha pêşxistina mirovane ku li sala 2018 ve destpêkiriye. Ev wargeh salane ji bo pêşxistin û amadekirina kadîrên wê çalakiyên warê mirovî û civakî, medenî de tê vekirin. Me hewl daye bi ciddî şiyanên wan pêşbixîn. Li vê wargehê de beşdarbûyan rahênanê dikin, li ser babetên civaka medenî, werzîş û tendirustî, jîngeparêzî û pêkvejiyan û babetên neteweyî, mafên mirovan bi giştî û jin û zarokan bi taybetî, ji bilî li heşt waneyên hizrî û kirdarî ku ji aliyê mamostayên zanîngehê û kesên pîspor ve têne pêşkeş kirin, xula hawarçûn û hawarhatina destpêkî dibînin. Îsal sê geştên taybet hatine encam dan ji bo şikefta Şaneder, gundê Bêdyal ku nîştecihên wê Krîstiyan û Aşûrîne û ewe jî hêma û sembola pêkvejiyana olî bûye li Barzan, li rojekî taybetî jî li gundê Barzan serdana Mezarê Nemiran û Bîranîngeha Barzan hate kirin. Her wiha serdana monumenta jenosayda Barzaniyan hate kirin û zanyariyên pêwîst bi wan hate dayîn”.
Li sala 2018 wargeha pêşxistina mirovî ji bo karmendên dezgehê û kesên çalakên warê alîkariya mirovî hate vekirin. Îsal jî şeşemîn wargeh hate vekirin û li vê wargehê de çendîn wane di derbarê birêvebirina dem û etîketa kesayetiyên serkeftî û rahênana kirdarî û werzîşî pêşkêş bi beşdarbûyan hate kirin. Her wiha rojane rahênanên taybet di derbarê birêvebirina wargeh û hevkarîkirina penaber û koçber û pêşwazîkirina wan û îdaredana karên wan bi beşdarbûyan hate pêşkêş kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest