Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 6. wargeha pêşxistina mirovan vedike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li gel wan hemû xizmetên ku di demên derbasbûyî de pêşkêşî koçber û penaber û xelkê xwecihî kiriye, li gel ewe da jî tevahiya xizmetên hatine pêşkêşkirin, kar li ser ber bi pêşvebirin û pêşxistina şiyana karmendên xwe kiriye, her ji bo vê mebestê li sala 2018 û bi fermana birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, biryara vekirina wargeha pêşxistina mirovan ji bo karmendên dezgehê hate dayîn û li heman sal biryar ket warê bi cîhkirinê û yekemîn wargeha pêşxistina mirovan hate vekirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi hevbeşî li gel Binkeya Rewşenbîrî û Civakiya Laliş, roja 03.04.2024 vekirina şeşemîn wargeha pêşxistina mirovan ragihand. Li vê wargehê de ku pênc rojan berdewam dibê, nêzîkî 100 kes têda beşdar dibin.
Her li vê wargehê de çendîn wane li ser birêvebirina dem û etîketa kesayetiya serkeftî û rahênana praktîkî û waneya werzîşî pêşkêşî bi beşdarbûyan tê kirin. Her wiha rojane rahênanên taybet di derbarê birêvebirina wargehê û hevkarîkirina penaber û koçber û pêşwazî kirina wan û îdaredana karên wan bi beşdarbûyan tê pêşkeş kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest