Bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), Dr. Dilovan Mihemed Birêveberê Giştiyê Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Hewlêrê û Dr. Lezgîn Cemîl Nûnerê Rêxistina Main ya Norwecî, 676,400 dane hebên taybet bi nexweşên şekirê cûreya du bi Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Hewlêrê hate pêşkêş kirin.
Her li vê peywendiyê da roja 27.03.2024 li civîneke rojnamevaniyê de birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li destpêka axaftina xwe de rêxistina Main ya Norwêcî bi “Bi hevbeşekî çalak û bi bandor” ya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li warê tendirustiyê bi nav kir û ji bilî spas û destxweşiya li wê rêxistinê, tekez li wê yekê kir ku ew hemû hevkariyên tendirustiyê ku radestî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî têne kirin, li rêya Wezareta Tendirustî ve pêşkêşî nexweşxaneyan û bingehên tendirustiyê tê kirin. Her wiha got: “Li vê demê de bi palpiştiya komek rêxistinan ku bandortirîn û diyartirînê wan rêxistina Main ya Norwêcî bu, karîne komek derman û li gelek cîhan de pêdiviyên taybet bi nexweşxaneyan bê dabîn kirin. Cihê xwe ye ku spasiyeke taybet li wan bikîn”.
Li mijareke dinê axaftina xwe de, balkişand li ser hebûna hejmarekî zêdeyê penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê ku rojane pêwîstiya wan bi derman û çareseriya pizîşkî heye, eve jî xisterû ku Hikumeta Iraqê li warê alîkariya penaber û koçberên li Herêma Kurdistanê hîç planekî nebûye û hîç hevkariyek pêşkêşî wan nekiriye, bi taybetî ku koçberên welatiyên Iraqîne û erkê Hikumeta Iraqe ku palpiştiya wan bike. Lê belê li hemû waran de paşvekêşiyê da bûn, ji bo wê yekê daxwaza alîkariyê li ajans û rêxistinên navdewletiyan kir ku li vî warî da alîkarî û palpiştiyê bikin”.
Dr. Dilovan Mihemed, Birêveberê Giştiyê Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Hewlêrê
balkişand li ser wê yekê ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Main ya Norwêcî, “birekî zêde û ber bi çav ji heba nexweşiya şekir li cûreya Glukufeych ku 6,764 pakete û her paket 100 dane heb têda heye û ji bo çareseriya nexweşên şekirê ya cûreya du bi sûdin, ji bo nexweşên tixûbê Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Hewlêrê dabîn kirine. Tekez jî li wê yekê kir ku li seranserê cîhanê nexweşên şekirê hejmara wan ber bi sertir diçe, ew heb jî zêdetirê pizîşkan ji bo çareserkirina nexweşên şekirê cûreya du pişt pê dibestin”. Her wiha got: “Bi pêwîst dizanîn destxweşî û spasguzariyên xwe pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikîn ku berdewam li ser hêl bûne, ji bo hevkarîkirina kerta tendirustî û xizmetkirina welatiyên xweşdivî û ew nexweşên ku serdana tixûbê Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Hewlêrê dikin. Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li rûyê bînawh، le ruuy rahênanewe، le ruuy dabînkrdnî derman û amêr û pêdawîstîî pzîşkî berdewam destê hevkariyê dirêj kirine. Her wiha rêxistina Main ya Norwêcî li çendîn babetan de hevkar bûn, wekî dabînkirina bihîstoka guh ya ji bo kêmbihîstan û niha jî bi dabînkirina wan heban ku hevkariyên wan cihê spas û pêzanîn û destxweşiyê ne”.
Birêz Dr. Lezgîn Cemîl Nûnerê Rêxistina Main ya Norwêcî, li gotara xwe de piştî derbirîna xweşhaliyê bi karê hevbeşan li gel Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li wan alîkariyên pizîşkî, balkişand li ser wê yekê ku têçûna wan hevkariyên pizîşkî 341 hezar dolar bûye, karê wekî wê jî li Dihok û Akrê û Zaxo hatine encamdan. Li çend rojên bê de li Îdareya Serbixweya Soran û bajarên din jî hevkariyan digihînin. Ewe jî xiste rû ku bi sedema şerên Xezze û Ukranya, zêdetirê rêxistinên mirovî çalakiyên xwe li Kurdistanê ragirtine, lê belê rêxistina Main ya Norwêcî sozê daye li çalakî û alîkariyên xwe yên li Kurdistanê de berdewam bin.
Zêdetirê 676 hezar hebên çareseriya şekirê pêşkêşî Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Hewlêrê kirin
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest