Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi serpereştiya Perîzad Mihemed Şêwirmendê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya ji bo karubarê ragihandin û peywendiyan ku du azîz û dayika azîzek jî li gel bû, roja 03.06.2024 beşdariya pêşangeha Navdewletiya (Lun hilmihim) li Îmarat – Ebu Dabî kir.
Mehdî Hadî Berpirsê Tayê Data û Zanyariyan ya li beşa azîzan û bêhevjînan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: “Bernameya (Lun Hilmihim) destpêşxeriyek bû ji aliyê Heyva Sora Îmaratî ya ji bo azîzên pênç dewletan ku ji (Kurdstan, Mîsir, Hîndîstan, Tuxu, Urdin)ê pêkhatibûn ku bi wênekêşanê li pêşangeheke navdewletî ya li bajarê Ebu Dabî beşdarî bikin. Piştî wê yekê ev destpêşxerî ji bo hat, her di dema xwe wekî beşa azîzan û bêhevjînan me dest bi birêvebirina vê bernameyê kir û spas ji bo xweda di dema xwe ya diyarkirî de me karî 83 lewhe ji wan wêneyên ku azîzan kêşabûn werbigrîn û ji bo vê pêşangehê bişînîn ku bi xweşhaliyê ve wêneya broşurê taybet bi vê pêşangehê tabloyekî azîzekî Kurdistane bi navê Enwar Îdrîs ku kêşabû û ew bi xwe jî li gel şanda dezgehê li wê pêşangehê de beşdar bû.
Piştî ku em gihîştîn Îmarat li Firokxaneya (Abu Dabî) Berpirsên Heyva Sora Îmaratî û karmendên wan bi tacegulîne bi germî pêşwaziya me kirin. Roja din wate 04.06.2024 li (Merkez Alxule lil fen û alseqafe) pêşwaziya me kirin û em hemû bi cilubergên Kurdî beşdar bûyîn û azîzan bi wênekêşan li ber çavê mîhvanan ewan û me jî xweşhal û sosret kir. Saziyên ragihandinên wî welatê li wir amade bûn û paşê medya civakî û rojname û kanalên asmaniyan nûçeya vê mîhvandariya azîzên Kurdistanê û şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate belav kirin.”
Berpirsê Tayê Hûrgilî û Zanyariya li Beşa Azîzan û Bêhevjînan li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ewe jî xiste rû ku heta roja vegerana wan wate 10.06.2024 serdana çendîn cîhan kirine, yek ji wan (Albît Abrahîm) ku cîheke pêkvejiyana olî ye, her wiha serdana (Alamane alame lihîye alhelal alahemer alamaratî) û Muzexaneya (Lover) û (Methef Musteqbel) û (Merkez Xule) û mizgefta (Şêx Zayid Elkebîr) û (Birc Alxelîfe) û serdanekî meydanî jî ji bo beşa (zarokên sêwî) kirine. Cîgirê Emîndarê Giştiyê Heyva Sora Îmaratî jî spasnameyê pêşkêşî wan kirin.
Şanda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beşdariya pêşangeha Navdewletiya (Lun hilmihim) li Îmarat kir
Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest