Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêşwaziya şanda Jûra Bazirganiya bajarê Wanê kir

Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja 27.06.2024 pêşwaziya şanda Jûra Bazirganiya bajarê Wanê ya bi Serokayetiya birêz Necdet Takwaz kir. Şanda mîhvan mebesta wan ji vê serdanê, derbirîna spas û pêzanîn bû ji bo bihanaveçûna bi lez ya Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û gihandina hevkariyan bi ziyan berketiyên karesatên erdheja li Tirkiye bi giştî û bi taybetî bi nîştecihên Wanê. Tekez jî li wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li sala 2012 yek ji alîkarê pêş ya gihandina alîkariyê bi lêqewimiyên karesata erdhejê bûye.
Her li vê civînê de biryar dan, girîngiyê bi peywendiyên berfirehtir û encamdana karên hevbeş bidin. Her li vê çarçêweyê da, vekirina navenda Ehmedî Xanî li Wanê ji bo girîngîdana bi kultûr û çand û edebiyata Kurdî bi hûrî hate behs kirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xweşhaliya xwe ji bo wê serdanê derbirî û ewe jî dûpat kir ku ji bo pêşvebirina kar û çalakiyên navenda Ehmedî Xanî li Wanê hevkariya bajarê Wanê dikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest