Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezareta Perwerde yadaşta hevtêgihiştinê ji bo encamdana du projeyên nûjenkirina xwendingeh û dabînkirina kareba li rêya enerjiya rojê îmza kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel Wezareta Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê û bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî û Dezgeha Xêrxwaziya (The Stirling Foundation) û rêxistina (Dutch Flower Stationary) roja 01.07.2024 projeya nûjenkirina 50 xwendingehên li parêzgehên Herêma Kurdistanê û navçeyên veqetandî û dabînkirina kareba li rêya enerjî û uzeya rojê ji bo 10 xwendingehên li parêzgeha Hewlêrê ragihand.
Bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeyê Hikumeta Herêma Kurdistanê û li civîneke rojnamevaniyê de ku roja 01.07.2024 li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate saz kirin, projeya nûjenkirina 50 xwendingehên li parêzgehên Herêma Kurdistanê û navçeyên veqetandî û dabînkirina kareba li rêya uzeya rojê ji bo 10 xwendingehên li parêzgeha Hewlêrê hate ragihandin û yadaşta hevtêgihiştinê ji bo bi cîhkirina projeyê li navbera birêzan Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezîrê Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê hate îmza kirin.
Birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li axaftina xwe ya ji bo medyakaran de, ji bilî wê yekê ku bixêrhatina amadebûna wan kir, tîşk xiste li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her li destpêka damezrandinê ve girîngiyeke zêde li warê perwerde daye û hîç salek jî nebûye ku projeyekî bi bandor li hemû kertan de nebê. Heman demê de spas û rûmetên xwe ji bo hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî û bexşer û hevbeşên xêrxwaz û alîkarbexşên li navxweyî û derveyê Herêma Kurdistanê derbirî. Heman demê de got: “Ez serbilindîn ku li xizmeta perwerdeyê da berdewamîn ku yek ji armancên serekiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye û berdewam em ji aliyê cenabê Kek Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve hatîne raspartin, her wiha şîretên cenabê Serok Barzanî berdewam tekez li wê yekê kiriye ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ewê ji destê wî bê, encam bide ji bo wan hemû pirsên girîng û bi taybetî babeta Perwerde, xizmetkirina zarokên şehîd û zarokan bi awayeke giştî û koçber û penaberan. Em serbilindîn ku ma kariye li vê demê de pirekî bihêz bîn li navbera rêxistinên navdewletî, kesayetiyên Kurdistanê û bi taybetî Wezareta Perwerde. Cenabê Wezîrê Perwerde dizanin ku cihê destên me diyar bûye, îro jî ku li vir em civiyane ji bo ragihandina du projeyên girîng ku projeya yekem sîstema uzeya rojê ye wekî taqîkirinek ji bo wan hemû xwendingehan û me hewl daye erkê Hikumetê jî kêm bikîn, bi dabînkirina 60 amper kareba ji bo her xwendeingehek bi gujmeya 20 milyon dînaran hatiye terxan kirin û wekî destpêkek 10 xwendingeh ji wan projeyan sûdmend dibin. Her wiha projeya nûjenkirina xwendingehan ku îsal bi gujmeya 18 milyon û 480 hezar dînar ji bo wê hatiye terxan kirin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez li wê yekê jî kir ku “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî her di dema kabîneya nehem da nêzîkî 8 milyar dînar li rêya hevbeşan ve li warê nûjenkirina xwendingeh û dabînkirina perawgeh (qirtasiye û pêdiviyên dinê xwendinê terxan kiriye”. Daxwaz jî ji xêrxwazên Kurdistanê kir, li vî warî da hevkar û hevbeş bin. Li ber wê yekê ku hejmareke zêdeyê xwendingehan pêwîstî bi nûjenkirinê heye. Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dawiya axaftina xwe de spasî taybetî pêşkêşî Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî kir û bi hevkarê serekiyê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi nav kir her wiha spasî Dezgeha Xêrxwaziya (The Stirling Foundation) û rêxistina (Dutch Flower Stationary) kir ku li van du projeyan de hevbeşiyê kirine.
Paşê birêz Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê, gotarek pêşkêş kir û ji bilî derbirîna spas û rûmeta xwe ya ji bo hevkariyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û hevbeşên wê yên li kerta perwerdeyê de, balkişand li ser wê yekê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya hevbeşên xwe kariye bi gujmeya 8 milyar dînaran xizmeta kerta perwerdeyê bike.
Wezîrê Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê got: “Di dema kabîneya nehem de bi hîmmeta Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û ewe jî li Hikumeta Herêma Kurdistanê de me kiriye, me kariye hejmara xwendingehan de sê dewamî li 139 xwendingehan kêm bikîn ji bo 11 xwendingehan. Îro jî ew yadaşta hevtêgihiştinê ya ji bo nûjenkirina 50 xwendingehan îmza dikîn ku bi piştrastiyê ve beşek ji xwendingehên Kerkûk û parêzgeha Nînowa û ew xwendingehên xwendina Kurdî têda heye li xwe digre. Li heman demê de dabînkirina 60 amper karebaye ji bo 10 xwendingehan li rêya uzeya rojê ku heta niha 63 xwendingehên li Herêma Kurdistanê kareba li rêya uzeya rojê hatiye dabîn kirin. Rizamendiya cenabê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo dabînkirina zêdetirê 4 milyar dînarên Iraqî heye ji bo wê yekê ku 72 xwendingehên din kareba bi uzeya rojê bê dabîn kirin”.
Wezîrê Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê li beşa dawiya axaftina xwe de spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Dezgeha Xêrxwaziya LDS ya Amerîkî û Dezgeha Xêrxwaziya (The Stirling Foundation) û rêxistina (Dutch Flower Stationary) kir ku li van du projeyan de hevbeşiyê kirine.
Li beşa dawiya ragihandina projeyê da jî yadaşta hevtêgihiştinê li navbera birêzan Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezîrê Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê ji bo encamdana du projeyên nûjenkirinê 50 xwendingehan û dabînkirina kareba li rêya uzeya rojê ji bo 10 xwendingehan hate îmza kirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest