Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya mezintirîn app ya perwerdehiyê li navçeyê da ji bo zarokên azîz (sêwî) bi cîh dike

Beşa Azîzan û Bêhevjînan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), li sala 2012 bi kirdarî projeya xizmetkirina bi zarokên azîz (sêwî) û Bêhevjînan, bi piştevaniya xêrxwazên navxweyî û derekî, xiste warê bi cîhkirinê û sal bi sal jî bi hejmara azîzan û rêjeya alîkariyan zêdetir bûye, bi cûreyek ku heta 12\7\2023 hejmara azîzên sûdmend gihîştiye 13.202 azîz, li projeya Heyva Sora Îmaratî 7.130 azîz hatine tomar kirin, 1.103 azîz jî li çaverê da ne. Li projeya Kurdistan 3.384 azîz mûçe werdigrin. Li projeya Polonya 48 azîz hatine mîsoger kirin. Suudiye hevkariya nextîne ji bo 1.000 azîzan û Kuweyt ji bo 4.000 azîzan dabîn kiriye ku tenê yek car û li sala 2017 bûye. Azîzên zarokên şehîdên Da’îş jî hejmara wan 4.000 azîzin ku ji mûçeyê sûdmendin.
Ji bilî wan jî beşa Azîzan û Bêhevjînan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi hevkariya xêrxwazan, pêdiviyên xwendinê ji bo azîzan dabîn kiriye, yekeman û xwendekarên serketî xelat kiriye, li cejnan da cilubergên nû ji bo azîzan kiriye û goştê qurbanê li ser malbatên azîzan da dabeş kiriye. Li warê tendirustiyê jî tenê yek salekê da neştergeriya mezin ji bo 15 zarokên azîz hatiye kirin ku têçûya her yek ji wan li ser 10.000 dolarên Amerîkî bûye.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li rêkefta 22\05\2023 mezintirîn projeya perwerdehiya zarokên azîz ragihand ku li du beşan pêktê, beşa yekem: Encamdana xûl û semîner û work shopên taybet bi zarokên azîz û serpereştarên wan û beşa duyem pêkhatiye li mobail app ya azîzan ku mezintirîn mobail app ya perwerdeyiye li navçeyê da.
Ev proje (Perwerdeya azîzan) pêkhatiye ji programekî taybetî, perwerdeyî û şêwirmendî ya bo azîzan ku têda taybetmendiyên her temenek û şêwaza muamelekirina li gel azîzan ji bo serpereştyaran tê zelal kirin.
Armancên projeya perwerdehiya azîzan:
Pêşvebirina asta rewşenbîriya serpereştyarên azîzan li hemû rûyên (niştimanperwerî, derûnî, civakî, perwerdeyî).
Pêşvebirina awayên reftarkirina serpereştyarên azîzan li gel azîzan da.
Peydakirina şiyan û jêhatîbûnên azîzan û girîngîdana wan û hevkarîkirina wan.
Çareserkirina giriftên perwerdehî û derûnî û civakiyan azîzan û malbatên wan.
Pêkhata app ê:
Beşa yekem 200 vîdeoyên perwerdeyî û derûnî û civakî û niştimanperwerî li xwe digrê.
Beşa duyem taybet dibê bi peydakirina behre û jêhatîbûn û zîrekiya azîz û dabînkirina pêdivî û rexsandina jîngehekî guncaw ya ji bo dahênanê li warê xwe da.
Beşa sêyem taybet dibê bi şêwirîn bi pisporên warê derûnî û civakî û perwerdeyî di dema hebûna her giriftek û rêkarên wan ji aliyê pizîşkî derûnî û çareserkirina derûnî û rêkarên derûnî û perwerdeyî û civakî.
Beşa çarem taybet dibê bi profila azîzan
Beşa pêncem taybet dibê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî.
Beşa şeşem taybet dibê bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî.
Waneyên projeya perwerdehiya azîzan:
Behskirina gişt qonaxan bi cûda cûda, li ser bingehên zanistî û derûnzanî û derûnzaniya geşbûnê ya li bi vî awayî:
Qonaxa ji dayikbûnê heta 2 salî.
Qonaxa 2 heta 6 salî.
Qonaxa 6 heta 9 salî.
Qonaxa 9 heta 12 salî.
Qonaxa 12 heta 21 salî.
Wane taybet dibin bi (zanyariyên giştî, geşkirina cesteyî, geşkirina hestî, geşkirina hizrî (eqlî), geşkirina tevgerî, geşkirina zimanevaniyê, geşkirina rêgirîkirina li helçûnê, geşkirina civakî, geşkirina kesayetî, niştimanperwer û jîngeparêzî, xorek û tendirustî, hawarçûn, fêrbûna zimanê Erebî û Îngilîzî
Beşa Azîzan û Bêhevjînan ya li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), amadekariyên ji bo projeya perwerdeyî ya zarokên azîz temam kiriye û ji niha de berdestin ji bo xizmetkirina azîzan

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest