Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF), rêkkefta 04\07\2023 li Efrînê Navendekî Rewşenbîrî ya bi navê “Navenda Barzanî ya ji bo Rewşenbîrî û Geşepêdan”ê bi palpiştiya rêxistina Karîtas ya bajarê Essen hate vekirin.
Piştî gihîştina tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya welatê Suriye di dema rûdana erdheja li wî welatî û gihandina hevkariyên mirovî, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nivîsîngeheke xwe ya taybetî li bajarê Efrînê vekir ji bo hêsankariya gihandina hevkariyan û dabeşkirina li ser lêqewimiyan û welatiyên wan navçeyan. Piştî wê yekê nivîsîngeha Efrînê dest bi karên xwe kir û berev pêşveçûnê bi xwe dît û bo ku girîngiyê bi aliyên fêrkarî û pîşeyî ya welatiyên navçeyê bê dayîn, Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî û Geşepêdanê ji bo vê mebestê hate vekirin.
Birêz Rewac Hacî Endamê Desteya Kargêriya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Berpirsê Dosyeya Efrînê ragihand: “Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî û Geşepêdanê hemû çalakiyekî rewşenbîrî û geşepêdanê li xwe digrê û bi hemahengî li gel Navenda Perwerdehiya Efrînê xulên perwerdehî û rahênanê bi cîh dike.
Rêzdar balkişand li ser wan kar û çalakiyên navendê û got: Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî û Geşepêdanê saleke xizmeteke tevahî li Efrînê kir piştî vekirina wê ya bi awayeke fermî, di dema vê salê da kar û çalakiyeke zêde girîng hatine encamdan bi taybetî xûlên vekirina zimanê Kurdî li ser daxwaziya perwerdeya Efrînê û paşê bawername bi wan hatiye dayîn bo ku bikarin girîngiyê bi wan waneyan bidin ku bi zimanê Kurdî tê xwendin. Her wiha karkirina li ser zarokên sêwiyan.
Di derbarê girîngiya wê navendê Rewac Hacî got: Navenda Barzanî li Efrînê navendeke hemû kar û çalakiyên wê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî encamdide û cihê xwe li nava wê xelkê navçeyê bi hemû çînan ve vekiriye.
Rêzdar balkişand li ser berfirehbûna wê navendê û wê girîngiya ku wê heye û got: Sal bi sal projeyên Navenda Barzanî ya Rewşenbîrî û Geşepêdanê baştir û berfirehtir dibin û li plan da heye li sala duyema temena xwe de bi projeyên zêdetir li xizmeta xelkê Efrînê da bê.
Di dema vê sala karkirinê da çendîn xûl û rahênanên cûr bicûr hatine vekirin û çendîn kes jê sûdmendbûne. Hinek ji wan xûla komputer, xûla fêrkirina karên destî, xûlên wênekêşan û bingehên wêne û portre, xûla çêkirina mobail, xûla dirûtinê, xûla muzik, xûla fêrbûna zimanê Îngilîzî û Kurdî ji bo mamostayan, bi giştî ew xûlên ku li Navenda Barzanî ya ji bo pîşeyî û geşepêdanê hatine vekirin pêkhatiye ji 18 xûlan û 226 kes jê sûdmendbûne ku pêkhatibû ji 88 keç û 72 kur û 66 zarokan.
Li van xûlan da nêzîkî saleke çendîn alî sûdmendbûne wekî peymangeha Mesar ya behremendan, peymangeha Raperîn û peymangeha Aşna û Awaz hwd.