12 ton derman û pêdiviyên pizîşkî pêşkêşî Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Soran kirin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li civîneke rojnamevaniyê li Soran ragihand, bi hevkariya kompanya Awamedical, zêdetirê 12 ton derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Soran dabîn kiriye.

Li civîneke rojnamevaniyê de ku li rêkefta 11\07\2024 li Soran birêveçû û her yek ji birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Helgurd Şêx Necîb Qaymeqamê Soran û Dr. Kameran Mela Mihemed Birêveberê Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Soran amade bûn. Ragihandin ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya kompanya Awamedical zêdetirê 12 ton derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Soran dabîn kiriye.
Her li vî derbarî de birêz Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hemû hewlekî ewe dibê ku pirekî bihêz bê li navbera xelkê me yê xweşdivî û sermayedarên Kurdistanê û rêxistinên navdewletî, herdem jî armanca me ewe bûye ku xema welatiyan sivik bikîn”. Her wiha got: “Me projeyên cûr bi cûr li devera Soran hebûye, ewe jî girînge berdambûna me ye li wan projeyan û ewa girîngtir jî eweye ku projeyên me car bi car û sal bi sal berfirehtir û giştgîrtir bûn”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, li dirêjahiya axaftina xwe da ji bo medyayan, tekez li wê yekê kir ku ji ber wan hemû astengên ku ji bo Herêma Kurdistanê têne dirust kirin, xelkê Herêma Kurdistanê pêwîstiya wan bi agahiyeke zêdetir heye. Mizgîniya ewe jî da li paşerojeke gelek nêzîk da projeya geryana alîkariyan li hemû kertan de ji bo devera Soran û hemû Herêma Kurdistanê heye. Her wiha got: “Herdem ewe jî me dûpat kiriye ku ewê dikîn, tenê erke li ser me wekî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ku xizmeta berev pêşveçûna jiyanê xelkê bikîn û pêdiviyên wan ji bo desteber bikin. Herdem jî me xwestiye bibêjîn me vê karê kir, neku em kar dikîn”.
Birêz Helgurd Şêx Necîb Qaymeqamê Soran, di derbarê dabînkirina wan hevkariyên pizîşkî got: “Bi navê îdareya serbixweya Soran spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikîn ku herdem palpişt û hevkariya hemû kertên perwerde û tendirustî û xelkê hejar û lêqewimiyên vê deverê û hemû navçeyên Herêma Kurdistanê bûye, li ser asta Iraq û hemû cîhanê jî roleke ber bi çav heye”. Her wiha got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kariye baweriyeke gelek baş li navbera xelkê hejar û xêrxwazan de dirust bike”.
Birêz Dr. Kameran Mela Mihemed Birêveberê Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Soran, li daxuyaniyeke de behsa ewe kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hilgirê xem û meynetiyên xelkê û çendîn sale xizmetekî zêde li hemû waran bi welatiyan û xelkê din li asta navçeyê da kiriye. Heman demê got: Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya li gel kompanya Awamedical, nêzîkî 12 ton derman û pêdiviyên pizîşkî ji bo Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Soran dabîn kiriye ku li ser binkeyên tendirustî û nexweşxaneyan û li qeza û nahiyeyên ser bi îdareya serbixweya Soran têne dabeş kirin”. Tekez jî li wê yekê kir ku ew hevkarî ji bilî wê yekê karhêsaniyekî zêde ji bo welatiyan dike, bargiraniya Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Soran jî siviktir dike. Her wiha got: “Gelek spasî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê rêzdar Mesrûr Barzanî dikîn ku li heman demê de Serokê Desteya Damezrênerên (Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) ye ku herdem palpiştê Wezareta Tendirustî û bi taybetî palpiştê Birêveberiya Giştiya Tendirustiya Soran kiriye”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest