Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ava vexwarinê ji bo taxên bê av dabîn dike

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) li çarçêweya projeyên xwe da girîngiyeke zêde warê av û averoyê daye, ji wan (dabînkirina ava vexwarina ji bo malan, rakêşana lûle û boriyên avê, lêdana bîran, dirustkirina komkirina avê, lêdan û rakêşana avero li wargeh û derveyê wargehan û hwd).
Diyare av yek ji sedemên serekiyên jiyan û mayina mirovayetiyê li ser zeviyê ye. Sedema ji bo zîndîbûn û desteberkirina pêdiviyên rojaneye, lê belê li demsala havînê da li çendîn taxên bajar û bajarokên zêdetirê parêzgehên Herêma Kurdistanê û navçeyên veqetandî yên wekî Kerkûkê kêşeya kêmaviyê dirust dibe. Her ji bo wê yekê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya dabeşkirina ava vexwarinê li wan cihan bi cîh dike ku tûşî kêm avî û bê aviyê bûne. Îsal jî piştî wê yekê çend taxekî bajarê Hewlêrê tûşî kêmaviyê bûn, tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dest bi dabeşkirina ava vexwarinê li hinek li taxên bajarê Hewlêrê, li taxên Badawe, Îskan, Sîmî Xatûnava, Jiyan û Zanayan, vê projeyê li 15\07\2024 destpêkir û heta du mehan berdewam dibê û rojane zêdetirê 200.000 lîtir av tê dabeş kirin.
Her li vê çarçêweyê da sala par (2023) li rêkefta 27\07\2023 helmeta dabeşkirina ava paqij ya vexwarinê ji bo taxên bê avên Kerkûkê hate encamdan ku ji bo mehekê berdewam bû.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya dabeşkirina ava paqija vexwarinê, bi hemahengî li gel Birêveberiya ava bajaran bi cîh dike. Tîmên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ji bo wan malbatên ku nexweşên wan heye, yan pîr û kalin û şiyana wan ya veguhestina sondeyên ji bo serbana malên wan nîne, ew bi xwe wê erkê bi cîh dikin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest