Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hemahengî li gel Wezareta Perwerdeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi hevbeşî li gel Dezgeha Xêrxwaziya (LDS) ya Amerîkî û Dezgeha Xêrxwaziya (The Stirling Foundation) û rêxistina (Dutch Flower Stationary) 50 xwendingeh li parêzgehên Herêma Kurdistanê û navçeyên veqetandî nûjen dike.
Piştî ragihandina projeya nûjenkirina 50 xwendingehên li parêzgehên Herêma Kurdistanê û navçeyên veqetandî li rêkefta 01\07\2024 bi amadebûna birêzan Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) û Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeyê Hikumeta Herêma Kurdistanê ku yadaşta hevtêgihiştinê ji bo bi cîhkirina projeyê li navbera birêzên Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Wezîrê Perwerdeya Hikumeta Herêma Kurdistanê îmza kirin, karkirina nûjenkirina xwendingehan ketiye warê bi cîhkirinê û her li wê çarçêweyê da li Hewlêrê 20 xwendingeh, li Dihok 20 xwendingeh, li Mûsil 5 xwendingeh û li Kerkûk 5 xwendingeh karê nûjenkirina wan destpêkiriye.
Projeya nûjenkirina 50 xwendingehan ji bilî wê yekê xizmeta xwendekar û mamostayan dike, li heman demê de palnerêke ji bo xwendekaran bo ku li keşûhewayeke gûncayîtir waneyên xwe bixwînin, heman demê de dehan helên kar jî ji bo xelkê navçeyê rexsandiye.


