Rêxistina Wings Of Help ya Almanî xelata rêzlênanê pêşkêşî Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir

Li rêwresmeke taybet da, rêxistina Wings Of Help ya Almanî mertala rêzlênanê pêşkêşî Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir.
Roja pênçşema rêkefta 15ê Gulana 2025, li rêwresmeke taybet da ku li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li Hewlêrê birêveçu, bi amadebûna çendîn berpirsên hikûmî û rêxistiniyan û Serokê Rêxistina Wings Of Help û Cîgîrê wî û çendîn kesayetiyên din, mertala rêzlênana rêxistinê pêşkêşî bi Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kirin, beranber bi hewla rêzdar û ew rola ku li rakêşana rêxistinan ji bo encamdana karên mirovî yên li Herêma Kurdistan û Iraq û navçeyê de heye.
Xelata Wings Of Help, xelateke cîhanî ye, ev xelat dem bi dem pêşkêşî wan kesayetiyan tê kirin ku pêdagiriya wan bi karên mirovî yên bi awayeke cûda cûda heye. Ev xelat di dema raborî de pêşkêşî Claws û Gonar Haynman Rêberê Karan li Hamburg û rojnamevan Stefan Owst û Serokê Kargêriya Kompanya Duyşte Fîrmoxînsbîratung E Gî, Andreyas Bol û pêşengê kar li warê muzîk û çalakiyên Frankfurt, Bîrend Brîtir kirine.
Ev xelat cara yekem pêşkêşî Frank Frankî Serokê Rêxistina Wings Of Help li çarçêweya rêwresma “Efsaneya Firokevanê Zîndî” hatiye kirin, ew jî bûye behseke Amerîkî ya ber bi çav ji bo çend deh salek. Her wiha bi xelata Oskar li warê firokevaniyê jî hatiye nas kirin.
Frank Frankî Serokê Rêxistina Wings Of Help, balkişand li ser wê yekê ku Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li bihêztirîn û girîngtirîn palpiştîkarên hevkariyên xwe yê li Herêma Kurdistan û navçeyê dizanîn û bi vê xelatê ve em dixwazin spas û pêzanîna xwe ya kûr pêşkêş bikîn.
Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî derbirîna spas û pêzanînên xwe yên ji bo wê rêxistinê, balkişand li ser wê yekê ku zêdetirê 11 sale rêxistina Wings Of Help û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pêkve kar dikin û got: “Çalakiyên di navbera Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Wings Of Help gihîştiye zêdetirê sê milyon dolaran ku amêr û kelupel û dermanan li xwe digrin”. Tekez jî li wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bûye pirek li navbera rêxistin û sermayedar û kesên lêqewimî û çînên cûdayên civakê. Ew e jî dûpat kir ku “karên me bi navê mirovayetiyê û li xizmeta mirovayetiyê da ne.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest