Musa Ehmed piştî wergirtina xelateke cîhanî: Ew xelat yê hemû xelkê Kurdistanê û damezrêner û karmendên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ye

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li hevdîtineke bi “Kurdistan TV” re, behsa xelata rêxistina (Wings Of Help) ya Almanî kir ku du sal carek bi kesayetiyeke diyar yê karê mirovî tê dayîn û wekî şeşemîn kes li ser asta cîhanê pêşkêşî wî bi xwe kirine, xelatê jî bi mulkê hemû xelkê Kurdistanê dizane.

Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, roja yekşema rêkefta 18\05\2025 li hevdîtineke bi Kurdistan TV re, behsa çawayî ya wergirtina xelatê rêxistina (Wings Of Help) ya Almanî kir û balkişand li ser wê yekê ku rêxistina Wings Of Help ya Almanî, yan rêxistineke bilinda hevkarî ye û yek ji diyartirîn rêxistinên Almanya û Ewrûpa ye. Her wiha got: “Karê mirovî derfeteke ku hemû kes dixwaze li wî warî da kar bike. Bêguman ewên ku digihin lutkeya destkeftan li her warek da, li warê siyasî, civakî, hunerî, her wiha li warê werzîşî da dibînîn, bi taybetî li welatên pêşketî, zêdetirê ew kesên ku raboriyeke wan ya serkeftî hebûye, wekî zana û bîrmend û rojnamevan û werzîşvan, diçine nav karê mirovî, gelek car jî bi karmendên dezgehê re behsa ewe dikim, dibêjim: We destkefteke mezin heye, ji ber ku hûn li nav cergê karê mirovî da ne”.
Di derbarê peywendiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û rêxistina Balên Aştiyê got: “Peywendiyên me li ser bingeha xizmet kirina mirovayetiyê ava bû. Eve 11 sale berdewame û wan gelek alîkariyan pêşkêş kirine. Li gelek welatên din jî kar kirine. Yek ji wan rêxistinên ku di demên gelek aloz û li wan cihên ku gelek astengî heye, hez dikin, li wan cihan kar bikin. Wan ezmûneke gelek mezin li kar kirinê de heye. Baweriyeke zêde jî li nav welatê Almanya û Amerîka û Ewrûpa bi awayeke giştî heye. Heta niha jî zêdetirê sê milyon Euro hevkariyê bi Herêma Kurdistanê gihandine. Zêdetir jî alîkariya zarokan dikin”.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ew e jî xisterû ku rêxistina Balên Aştiyê, du sal carekî wê xelatê didin kesek ku li warê karê mirovî da roleke ber bi çav heye. Di derbarê wergirtina xelatê jî got: “Ew xelata ku min hatiye dayîn, yê min nîne bi tenê û yê hemû xelkê Kurdistanê ye, yê damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û karmendên wê ye, damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî wiha em fêr kirin ku li her kuderê bê, mirovayetî pêwîstî bi me hebê, divê li wir xizmetê bikîn, li ser rûyê wê ve jî em bi navê Barzaniyê Nemir kar dikîn ku em fêr kirine xwe bi xizmetkarê xelkê xwe bizanîn”.
Wekî behs kir “Zarok, tendirustî, perwerde, ev babetên gelek girîngin li jiyana her kesek da, bi taybetî rêxistinên mirovî gelek girîngiyê pê didin. Veneqetandina zarokan ji xwendinê û dirust kirina xwendingeh û nûjen kirina xwendingehan, ev hemû gelek girîngin. Lê belê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li çendîn kertên din kar dike”. Her wiha got: “Ji bo me û ji bo civaka me tiştek ku gelek girînge û destkeftê mezine bawerî ye. Divê em bizanîn çawa ew bawerî pêktê. Em bi piştevaniya xelkê Kurdistanê û damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û xêrxwazan, me kariye wê baweriyê dirust bikîn. Li nav xwe û wan rêxistinan da, ji bilî wê yekê ku çavê kamerayên hevkarî kirinê tenê li ser Kurdistanê nîne û komek welatên din li xwe digre, bi taybetî ew welatên ku têda şer têne kirin, gelek welat jî li pêş Iraqê ne ji bo hevkarî kirinê. Lê belê ew rêxistinên li gihandina hevkariyan ji bo Kurdistanê berdewamin ku eve jî ji bo ewe vedigerê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi piştevaniya damezrêneran û karmendan û xêrxwazan kariye baweriyeke cîhanî ji bo xwe ava bike.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behsa ewe jî kir ku li sala 2015 Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî xelata Parlemena Iraqê bi dest ve aniye, wekî baştirîn rêxistina ku li Iraqê de ji bo koçber û penaberan kar kiriye. Her wiha li sala 2016 xelata UNHCR bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatiye dayîn û li sala 2017 xelateke dinê cîhanî li Polanya bi dest ve aniye. Ji aliyê Wezareta Derveya Brazîl û Serokayetiya Dewleta Polanya, her wiha Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî komek xelatên dinê navxweyî û cîhanî bi dest ve aniye.
Di derbarê rêxistina Balên Aştiyê û xelata wan jî got: “Diviya me xelatê bida rêxistina Balên Aştiyê beranber wan berdewamiyên li alîkariyên mirovî, lê belê ew bi xwe bexşerin û her ewan bi xwe jî me xelat kirine”. Her wiha got: “Komek rêxistinên Almanî hevkariya me dikin. Almanya welateke bi bandore li cîhanê de û bi dest ve anîna piştevaniya xelkê Almanya û rêxistinên wan ji bo me tişteke gelek girînge”.
Ew e jî dûpat kir ku gelek ji zarokên wargehan ku yekemcar destê wan bi leptopê ketiye, li rêya rêxistina Balên Aştiyê bûye. Her wiha vekirina xulên perwerdeyî û pîşeyî li wargehên koçber û penaberan bilind nirxand û tekez li wê yekê kir ku pêwîste xwediyê pêdiviyên taybet xwest û pêdiviyên wan bêne desteber kirin. Her wiha got: “Bi desteke emîn ve ew hemû hevkarî û xêr û erkên bi me têne spartin, bi cîh dikîn. Li hemû helkeftên niştimanî û olî yên cûr bi cûr da jî me proje hebûye. Îsal jî berdewam dibîn. Li cejna Qurbana pîroz jî wekî hemû salên raborî û bi zêdetir ve jî li hemû navçeyên Herêma Kurdistanê li dabeş kirina goştê Qurbanê berdewam dibîn.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî balkişand li ser wê yekê ku “Li sala 2012 ve bi amadebûna cenabê Kek Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrênerên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya azîzan (zarokên sêwî) hate ragihandin, heta niha zêdetirê 81 milyon dolar pereyê kaş pêşkêşî malbatên zarokên azîz hatiye kirin. Li projeya azîzan jî 16 hezar zarok sûdmendin.
Di derbarê dirustkirin û nûjenkirina xwendingehan jî got: “Me hemahengiyeke tevahî û baş bi Wezareta Perwerde re heye. Xwendingeh maleke divê em hemû girîngiyê pê bidîn. Ji ber ku zarok paşeroja welatê me diyar dike. Îsal jî li wan waran da projeyên me dibin”.
Projeya Nexweşxaneya Gerok li Efrînê berdewame û rojane serdana gundan dikin. Ji bo Qamişlo jî yekem neştergeriya dil ku ji bo nexweşan hate kirin, li rêya Navenda Dil li Hewlêrê bi hevkariya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hate kirin. Em li wir jî û li cihên din jî berdewam dibîn.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li dawî ya axaftina xwe de ji bo Kurdistan TV balkişande li ser wan zarokên nexweşên li Herêma Kurdistanê nayên çareser kirin û dişînin welatê Almanya. Her li kerta tendirustiyê de behsa Navenda Îmaratî ya Otîzmê li Hewlêrê kir, tekez jî kir ew navend li ser asta Herêmê û hemû Iraqê yekem navende û pîsporên warê Otîzmê têda kar dikin ku li welatên pêşketî jî heman sîstema perwerdeyê li Navenda Otîzm li Hewlêrê tê peyrew kirin. Her wiha got: “63 zarok li Navenda Otîzmê derketine û têvlî xwendina asayî bûne û li Zaxo jî Navendeke Otîzmê tê vekirin”.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest