Bi amadebûna Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Parêzgerê Hewlêrê, Serkonsûlê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê, Nûnerên Heyva Sora Tirkiye û Heyva Sora Iraqê û hejmarek ji bexşer û kanalên ragihandinê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya hevkariyên cejna Qurbanê ragihand. Daxwazê ji Skreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî jî dike, Hikûmeta Iraqê agahdar bike ku birçîkirina xelkê ne li çarçêweya bingehên mafên mirovan ne, ne li hîç yasayek jî bi cih nabê.
Bi amadebûna Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, Erman Topçu Konsûlê Giştî yê Tirkiye li Hewlêr û hejmarek ji bexşer û nûnerên Heyva Sora Tirkiye û Heyva Sora Iraqê û kanalên ragihandinê, roja înê rêkefta 06\06\2025 li civîneke medyayî ku li kûştargeha Hewlêrê birêve çû, projeya hevkariyên cejna Qurbana pîroz hate ragihandin.

Di destpêkê de Umêd Xoşnaw Parêzgerê Hewlêrê, piştî pîrozbahiya cejna Qurbanê li hemûyan û spaskirina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û bexşerên palpiştê projeya hevkariyên cejna Qurbana pîroz, daxwazê ji welatiyan kir, di dema qurbanîkirina pez û dewaran bi hemû awayekê pêdagirê rêkarên Wezareta Tendirustiyê bin, li kuştargehên ku têda qurbanî dikin ku tendirustiya xelkê nekevê metirsiyê. Eve jî xisterû ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî berî cejna Qurbanê nêzîkî 17.000 sepeta xorekê bi ser xelkê hejar da dabeş kiriye. Tekez jî li wê yekê kir ku dabeş kirina wan hevkariyan di demek daye ku “zulm û sîtemên Bexda li çarçêweya binpêkirina destûra Iraqê û yasa û rêkeftinên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda berdewame û piştî sala 2013 heta niha herdem girifta bûdce û mûçeyê ji bo Herêma Kurdistanê dirust kiriye”.
Paşê Erman Topçu Serkonsûlê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê, li gotara xwe de di destpêkê de rêya medyakaran ve pîrozbahiya cejna Qurbanê li hemû xelkê Herêma Kurdistanê kir. Behsa ewe jî kir ku di sala par jî serdana kuştargeha Hewlêrê kiriye û ewe jî dûpat kir ku ev kuştargehe bi standarda cîhanî kar dike û spasî kedkarên kuştargehê jî kir.

Konsûlê Giştî yê Tirkiye li Hewlêrê ewe jî xisterû ku “Heyva Sora Tirkiye bi hemahengî ligel Heyva Sora Iraqê, îsal neh ton (9.000) kîlo goştê sor dabeş dike ku li Hewlêrê hejmara sûdmendên wan digihe hezar malbatan. Li Dihok 250 malbat û li Mûsilê jî zêdetir 600 malbat jê sûdmend dibin”.
Herwiha spasî Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir ji bo encamdana projeya hevkariyên cejna Qurbanê û got: “Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema karesata erdhejên li Tirkiye bi leztirîn awayî û wekî yekem dezgeh gihîştine cihê rûdanan û bi hanaya xelkê lêqewimî ve hatin. Ji xwedayê mezin jî hêvîdarîn zêdetir destê alîkariya mirovî berfirehtir bike“. Li beşa dawî ya axaftina xwe de bi zimanê Kurdî got: “Cejna we ya Qurbanê pîroz be”.
Paşê Musa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, gotarek pêşkêş kir û piştî pîrozkirina cejnê li misilmanên Kurdistan û cîhan û bixêrhatina amadebûyan, spasî wan hemû aliyên bexşeran kir ku herdem palpiştê kar û çalakiyên dezgehê bûn. Her wiha got: “Me axaftineke Barzaniyê Nemir kiriye diruşma karên xwe ku kerem kiriye: (Şanaziye ji bo mirov xizmetkarê mîlletê xwe bê). Îsal jî bi şanaziyê ve komek çalakî me heye, wekî zêdetirê li 17.000 paketên xorek û pereyê kaş ji bo 500 malbatan û diyarî ji bo zarokan hatine kirîn. Li proseya dabeş kirina goşta Qurbanê de berdewamîn ku bi spasiyê ve dezgehên ragihandinê, çalakiyên Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi awayeke berfireh veguhestine.

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, balkişand li ser wê yekê ku heman demê de ligel cejna Qurbanê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî beyannameyek pêşkêşî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî kiriye, li ser wê rewşa ku Hikûmeta Iraqê li Herêma Kurdistanê de dirust kiriye. Tekez jî li wê yekê kir ku “birçîkirina xelkê kêşeyeke din li pey xwe de tîne. Li konferansa mafên mirovan li Cenev jî Nûnerê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behs dike. Her wiha got: “Em hêvîdarîn, hemû aliyên mirovî û hemû rêxistinên mirovdost, hawkar û palpiştê xelkê Herêma Kurdistanê bin, bi taybetî ku dibînîn, Herêma Kurdistanê yek ji wan cîhan bûye ku li her karesatek ku bi ser wan navçeyan da hatiye, bi desteke pir û dileke berfireh ve neku dergehên malên xwe, belku dergehên dilê xwe jî ji bo koçber û penaberan re vekiriye. Niha jî li vê demê da li şûna wê yekê ku padaşta vî xelkî bê dayîn, mixabin têne birçî kirin. Ji bo wê yekê bi erkê hemû rêxistinên miroviyan dizanîn, bi taybetî ewên endamin li (NY), pêgeha xwe bikarbînin, bo ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî, Hikûmeta Iraqê agahdar bike ku birçîkirina xelkê ne li çarçêweya bingehên mafên mirove, ne li hîç yasayek de cihê xwe dibîne”.

















