Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di merasîmekê de zarokên derçûyên kursa pêncemîn a Navenda Îmaratê ya ji bo Otîzmê li Hewlêrê (19 zarok)an xelat kir. Di şahiya derçûnê de, zarokên derçûyên kursa pêncemîn çend çalakiyên hunerî (Sema, reqs, sirûd, stran) pêşkêş kirin, û di dawiya merasîmê de ji aliyê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Rêvebera Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Hewlêrê ve bawername ji wan re hatin pêşkêşkirin.
Bi amadebûna birêzan Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, Şêxe Beşîr Ferhan Rêvebera Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Hewlêrê, Umêd Xoşnav Parêzgarê Hewlêrê, Doktor Dilovan Mihemed Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê û rêveber û mamosta û rahênerên Navenda Îmaratê ya ji bo Otîzmê û zarok û malbatên wan û hejmarek kesayetên hikûmî û çalakvanên medenî û bexşkar, di 14/09/2025an de di merasîmekê de ku li Navenda Îmaratê ya ji bo Otîzmê li Hewlêrê hat lidarxistin, birêz Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ligel xêrhatina amadevanan û pîrozkirina derçûyan û malbatên wan û mamosta û rahênerên zarokan, amaje bi wê yekê kir ku wek Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, gelek karesat û bûyerên nexweş dîtine, lê belê “şansê” wan jî hebûye ku di şahî û merasîmên serkeftina zarok û xwendekaran de dilxweş bibin. Wî tekez kir ku Cenabê Serok Mesûd Barzanî, projeya xizmetkirina zarokên otîzmê dîtine û pê kêfxweş bûne û şîretê li wan kiriye ku ji bo van zarokên çavgeş karekî ciddî bê kirin. Wî her wiha anî ziman ku dewleta Îmaratê lêçûna avahiya Navenda Îmaratê ya ji bo Otîzmê li Hewlêrê daye û ligel spasiyên zêde û destxweşî ji bo vî karê pîroz, anî ziman ku Rêzdar Mesrûr Barzanî Serokê Desteya Damezrînerên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di derbarê projeya xizmetkirina zarokên otîzmê de pêşniyarên taybet hebûne û bi berdewamî proje “tebenî” kiriye û girtiye ser xwe. Rolê bexşkar û sermayedarên alîkar jî gelek bilind nirxand û spasiyên taybet li wan kir.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, her wiha anî ziman ku li civata dayîkê li Soran navendeke taybet bi zarokên otîzmê hatiye vekirin û mizgîniya wê yekê jî da ku li Zaxoyê jî navendên wiha dê werin vekirin, û hêvî kir ku li hemû bajar û bajarokên Kurdistanê karên heman rengî bêne kirin.
Piştre birêz Doktor Rewşt Reşîd, Şêwirmendê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di sektora tenduristiyê de, ligel pîrozbahî û destxweşiyê li mamosta û rahênerên Navenda Îmaratê ya ji bo Otîzmê, amaje bi wê yekê kir ku di nava çar salan de zêdetirî 110 rahênerên jêhatî li Navenda Îmaratê ya ji bo Otîzmê li Hewlêrê, ji aliyê rahênerên navneteweyî û pisporên taybet ve hatine rahênankirin. Wî her wiha anî ziman ku 19 zarokên derçûyên kursa pêncemîn a Navenda Îmaratê li Hewlêrê dê bi xwendekarên asayî re bêne tevlîkirin û dikarin li dibistanan xwendina xwe bidomînin. Lê hejmarek ji zarokên derçûyên kursa pêncemîn û malbatên wan ji ber sedemên taybet di wê merasîmê de beşdar nebûne.
Wî her wiha behsa wê yekê kir ku ji 300 zarokên Navenda Îmaratê li Hewlêrê, 82 ji wan bi xwendina asayî li dibistanan hatine tevlîkirin, ango zêdetirî %30 ji zarokên Navenda Îmaratê ya ji bo Otîzmê li Hewlêrê bi xwendina asayî li dibistanan hatine tevlîkirin, û ev yek wek “rêjeyek xeyalî” bi nav kir.
Şêwirmendê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di sektora tenduristiyê de, her wiha eşkere kir ku malbatek niştecîhê welatê Almanya, zarokê xwe anîne Navenda Îmaratê ya ji bo Otîzmê li Hewlêrê û piştî rehabîlîtasyona zarokê xwe vegeriyane.
Piştre birêz Doktor Dilovan Mihemed Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê, ligel pîrozbahî li zarokên derçûyî û malbat û rahênerên wan, amaje bi wê yekê kir ku Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di rabûriyê de jî hevkariyeke berbiçav bi Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê re hebûye, di dabînkirina derman û pêwîstiyên pizîşkî û heta di rahênanan de jî “piştgiriyeke mezin” a sektora tenduristiyê bûne.
Mihemed Rêveberê Giştî yê Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê, tekez kir ku bi keda xebatkarên navendê û rahênerên zarokên otîzmê, hatiye wê astê ku takekesên veberhêner bêne berhemkirin û zarokên otîzmê jî karibin herin xwendina asayî û ev yek wek karekî mezin û pîroz bi nav kir. Hêvî kir ku di paşerojê de zarokên zêdetir ên dermankirî bi proseya xwendina asayî bêne tevlîkirin.
Destpêka ahengê bi pêşandaneke vîdeoyî di derbarê çawaniya rahênana zarokan û rehabîlîtasyona wan dest pê kir û beşa dawîn a ahengê “sema û reqsa bale yê” ya keçeke biçûk û stran û lêxistina defê ji aliyê sê zarokên çavgeş ve bû, di beşa dawîn de jî ji aliyê Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Rêvebera Konsulxaneya Giştî ya Îmaratê li Hewlêrê, zarokên derçûyî hatin xelatkirin û bawername ji wan re hatin pêşkêşkirin.





















