Zêdetirê 22 hezar malbatên koçber yên ku zêdetirî 110 hezar kes in, xwe spartine gund û bajarokên sînorê Efrînê û tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi dabînkirina xorek, germker, û çareseriya pizîşkî alîkariya wan dikin.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, beriya pevçûnên çekdarî di navbera artêşa Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li bajarê Helebê, di axaftineke xwe de ji bo kanala Kurdistan 24 an de tekez kiribû ku heger li Sûriyê pirsgirêk derkevin û şerê navxweyî rû bide, wê felaketeke mirovî û koçberbûna bi hezaran malbatan çêbibe.
Her di wê derbarê de, wî balkişand bi amadekariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo gihandina alîkariyên mirovî kir û got: “Hêvîdar in rewşeke awarte rû nede, ku dîsa bi hezaran malbat neçar bibin, bêyî dilxwaziya xwe koçber bibin. Lê heger rû da, em dikarin bigihêjin wan deveran û alîkariya wan bikin. Heta ji rêya Qamişlo jî me amadekarî kiriye, ji ber ku tê çaverêkirin, dîsa hejmareke xelkê sîvîl wê deverê biterikînin.”
Dabînkirina xorek, penageh û bi taybetî çareseriya tenduristî ji bo koçberan, ew tedbîr bûn ku Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî wek “gelek girîng” bi nav kir. Wî herwiha eşkere kir ku karmendên nexweşxaneya gerok a pizîşkî ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, xelkê Rojava ne û di dirêjahiya sê salên borî de jî xizmetguzariyên pizîşkî pêşkêşî xelkê Efrînê û deverên wê sînorê kirine. Wî herwiha dûpat kir ku wan hewl dane wan xizmetguzariyan berfirehtir bikin.
Derbarê dabînkirina penagehê ji bo koçberan jî got: “Dibe ku bi lez neyê kirin ku ji wan re serpenageh bêne çêkirin, lê xelkê Kurdistanê beriya niha jî deriyên malên xwe li ber koçber û penaberan vekirine.”
Piştî rûdana şer jî di bersiva pirseke pêşkêşkarê kanala asmanî ya Ava Medya de, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî got: “Civîneke taybet me di dezgehê de kir, da ku em zanibin çi cûre pêdivî zêdetir bikin. Loma dabînkirina xwarin û pêdiviyên navmalê û amûrên xwe germkirinê û sûtemenî û cil û berg û pêdiviyên zarokan di wê demsala sar de di ewlewiyeta alîkariyan de hatin danîn.”
Wek Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî behs kir, tîmên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, herdem karê xwe dikin û xizmetguzariyan pêşkêşî xelkê koçber dikin.
Wî herwiha eşkere kir ku malbatên Kurd ên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye li Helebê, piştî êrîşa hêzên artêşa Sûriyê, ji çend derwazan ve hêviya xwe ji bo Efrînê birine.
Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, di rapora kar û çalakiyên xwe de, eşkere kiriye ku li gorî rapora Rêveberiya Karûbarên Civakî li Efrînê, zêdetirî 22 hezar malbat ku zêdetirî 110 hezar kes in, hêviya xwe ji bo gund û bajarokên sînorê Efrînê bûne. Ku ji bo dabînkirina cihê mayîna wan pirsgirêk hene.
Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, di navbera 9/1/2026 û 11/1/2026 de 4,868 danên xwarinên germ (birinc, goşt, nok, nîsk, nan û av) dabeş kirine.
178 nexweş hatine çareserkirin û 91 çalakiyên derûnî hatine pêkanîn. Her roj jî 3000 danên xwarinên germ belav dikin.
Betanî û pêxef jî ji bo niştecihên kampan û koçberên nû hatine dabînkirin û ew alîkarî dê berdewam bibin.
Amadekar: Salar Babeşêx
















