Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dê di gihandina alîkarî û xizmetguzariyê de ji bo koçberên Helebê li sînorê Efrînê berdewam be

Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, ji 9/1/2026 heta berbangê 13/1/2026, 9,746 danên xwarinên germ (birinc, goşt, nok, nîsk) û nan û av, herwiha 606 alîkariyên ne xorekî li ser koçberên Helebê yên li sînorê Efrînê hatine bicihkirin belav kirine.
Her di berdewamiya wan alîkariyan de, heta niha ji bo 252 kesan cil û berg hatine dabînkirin û 396 nexweşan çareseriya pizîşkî wergirtine û 480 çalakiyên dilxweşiyê ji bo zarokan hatine kirin, da ku barê wan ê derûnî û rewşa wan a derûnî were aramkirin.
Betanî û doşek û setên metbexê û perokên plastîk ji bo wan hatine dabînkirin. Her roj 3,000 danên xwarinên germ û sebetên xwarinê yên lezgîn têne belavkirin û ev alîkarî dê berdewam bibin.
Kurdên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye li Helebê, piştî êrîşa hêzên Artêşa Sûriyê, ji çend derwazan ve hêviya xwe ji bo sînorê Efrînê birine.
Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, di raporta kar û çalakiyên xwe de, eşkere kiriye ku li gorî raporta Rêveberiya Karûbarên Civakî li Efrînê, zêdetirî 22 hezar malbat ku zêdetirî 110 hezar kes in, hêviya xwe ji bo gund û bajarokên sînorê Efrînê birine ku ji bo dabînkirina cihê mayîna wan pirsgirêk hene.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest