Amêra Memografiyê ji bo Navenda Destnîşankirin û Çareseriya Nexweşiyên Memikan li Hewlêrê tê dabînkirin

Di merasîmekê de ku li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê hat lidarxistin, projeya dabînkirina lêçûna amêra mamografiyê ji bo Navenda Destnîşankirin û Çareseriya Nexweşiyên Memikan li Hewlêrê hat ragihandin.
Bi amadebûna Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (Mûsa Ehmed), Cîgirê Balyozê Japonê li Iraqê (Hîroşî Honjo), Konsolê Japonê li Herêma Kurdistanê (Hîtoşî Îşîzûka), Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê (Dr. Dilovan Mihemed), Rêvebera Navenda Destnîşankirin û Çareseriya Nexweşiyên Memikan li Hewlêrê (Dr. Sozan Hoşyar), Nûnera Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Sîham Cebalî Mamend) û hejmarek ji pizîşk û çalakvanên sîvîl û medyakar, roja Çarşemê 14/1/2025 di merasîmekê de ku li Serokayetiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Hewlêrê hat lidarxistin, projeya dabînkirina lêçûna amêra memografiyê ji bo Navenda Destnîşankirin û Çareseriya Nexweşiyên Memikan li Hewlêrê hat ragihandin.
Di destpêka merasîmê de Dr. Ebas Azad, Rêveberê Yekîneya Tenduristiyê di Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî de, destnîşan kir ku heta niha jî li seranserê cîhanê penceşêr yek ji sedemên sereke yên mirinê ye û salane zêdetirî 19 mîlyon rewşên nû têne tomar kirin. Herwiha eşkere kir ku penceşêra memikê li tevahiya cîhanê cureya herî zêde ya penceşêrê di nav jinan de ye û bi riya testkirinê zû dîtina nexweşiyê ji bo çareserkirin û kêmkirina rêjeya mirinê û başkirina kalîteya jiyana kesên pê ketî gelek bi bandor e. Herwiha got: “Li Iraq û Herêma Kurdistanê, penceşêra memikê bi lez zêde dibe û gelek caran di qonaxên pêşketî de tê dîtin, ev jî ji ber gihandina sînorkirî ya amûrên testkirinê û kêmî agahiyan di nav gel de ye.”
Wek wî got, projeya dabînkirina amêra memografiyê ji bo Navenda Destnîşankirin û Çareseriya Nexweşiyên Memikan li Hewlêrê û projeyên mîna wê armanc dikin ku vê rewşê biguherînin û bi dabînkirina amêra memografiyê û zêdekirina hejmara yekîneyan li Hewlêrê, zelalî û kapasîteya zêdetir dide pizîşkan ku penceşêrê zû teşxîs bikin û jiyana bi hezaran kesan rizgar bikin.
Di dawiya axaftinên xwe de jî spasiya Hikûmeta Japonê û Balyozxaneya wî welatî li Iraqê kir, ji bo bexşîna wan a dilsoz, ku mînaka zelal a hevkariya mirovî ye û tekez kir ku piştgiriyên bi vî rengî dê bandorek mezin li ser tenduristiya xelkê Herêma Kurdistanê hebe.
Dûvre Hîroşî Honjo, Cîgirê Balyozê Japonê li Iraqê axaftinek pêşkêş kir û ligel xêrhatina amadebûyan, dilxweşiya xwe ji bo beşdarbûna di wê merasîmê de anî ziman.
Wek wî got, ew cara yekem e ku serdana Hewlêrê kiriye û di wê derbarê de got: “Îro ez gelek matmayî mam bi çalakiya aborî û jiyana aram û ewlehiya xelkê Hewlêrê ku yek ji bajarên herî pêşketî yên Iraqê ye.”
Wî herwiha destnîşan kir ku welatê Japonê piştî zirarên şer û di dema pêşkeftina zêdetir de piştgiriya Hewlêrê kiriye, bi taybetî di warên binesaziyê de, wek çêkirina tora elektrîkê û sîstema ava vexwarinê, ku hemû bi riya deynê Yenê Japonî (JICA) hatine fînansekirin. Herwiha plana pêşketina Hewlêrê heta sala 2050 bi hevkariya JICA û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin. Wî herwiha tekez kir ku saziya Japonî IVY di avakirina dibistanan û dizayn û sêwirandina bernameyên xwendinê bi şêwaza Japonî li Herêma Kurdistanê de xebatê kiriye. Welatê wî jî ji bo çareserkirina pirsgirêka koçberan li Herêma Kurdistanê, alîkariya mirovî pêşkêş kiriye, bi taybetî piştgiriya ji bo avakirina Şingalê ku yek ji deverên girîng ji bo koçberên şer e.
Cîgirê Balyozê Japonê li Iraqê, di beşa dawî ya axaftina xwe de behsa sektora tenduristiyê kir û got: “Navenda Penceşêra Memikê yek ji girîngtirîn nexweşxaneyan e, ji ber ku ew tenê nexweşxaneya giştî ya taybet bi penceşêra memikê ye ku xizmeta zêdetirî 3 mîlyon jin li seranserê Herêma Kurdistanê dike. Ev navenda pizîşkî xwedî xebatkareke pir baş û pispor e, lê kapasîteya testkirina wê ya pizîşkî ji ber nebûna amûr û alavên pêwîst pir kêm e.”
Îro şerefeke mezin e ji bo min ku bi navê Balyozxaneya Japonê û Hikûmeta Japonê peymana hevbeş a projeya me ya nû îmze bikim, ku ew projeya dabînkirina amêra memografiyê ye ji bo Navenda Penceşêra Memikê li parêzgeha Hewlêrê. Hêvîdar im ev proje karibe pêdiviyên girîng ên navendê bicîh bîne.” Herwiha got: “Di dawiya axaftina xwe de, careke din spasiyên xwe û qedirzanîya xwe pêşkêşî hemû kesên ku di vê projeyê de beşdar bûne dikim û hêvîdar im em vê derfetê bikin sedema kûrtirkirina pêwendiyên xwe.”
Dûvre Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, axaftinek pêşkêş kir û ligel xêrhatina amadebûyan, bal kişand ser wan xalan ku ji bo civakê pêwîst in û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî herdem hewl daye ku di projeyên xwe de guhertinan bike.
Herwiha destnîşan kir ku amêra memografiyê, amêreke gelek girîng e ji bo Herêma Kurdistanê bi giştî û bi taybetî ji bo Hewlêrê, loma pîrozbahî li aliyên peywendîdar kir ji bo bidestxistina vê amêrê û tekez kir ku hem xelkê herêmê û hem jî koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê dê jê sûd werbigirin.
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di beşeke din a axaftina xwe de, spasiya Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir, ku bê cudahî xizmeta xelkê herêmê û koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê kiriye. Derbarê alîkariya welatê Japonê jî got: “Cihê xwe ye ku em spasiyeke bêdawî ji welatê Japonê re bikin, ku di hemû rewşên dijwar de alîkarê me bûn, ji bo xelkê Kurdistanê û ji bo koçber û penaberan ku destê wan diyar e û projeyên wan ên girîng ên avadankirinê jî hebûne, bi taybetî di gel Wezareta Şaredariyê ku cihê pîrozbahiyê ye.”
Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di berdewamiya axaftina xwe de tekez kir ku welatê Japonê xwedî ezmûneke pir serkeftî ye û pêwîst e Herêma Kurdistanê sûd ji wê ezmûnê werbigire, bi taybetî ku Herêma Kurdistanê di qonaxa avakirinê de ye û hewcedarî bi veguhestina wê ezmûna serkeftî ya Japonê heye. Wî herwiha daxwaza hevahengiyeke zêdetir û piştgiriya dewleta Japonê ji bo Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û alîkariyên wê yên mirovî kir û destnîşan kir ku hîn jî hejmareke zêde ya koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê ne û bi perwerdekirina wan dikarin bi ezmûneke zêdetir vegerin warên xwe. Wî got jî: “Ev ne projeya yekem e ku em bi welatê Japonê re pêk tînin, projeyên din jî hebûne û hêvîdar in ew hevahengî û karê hevbeş berdewam be.”
Piştî axaftina Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, peymanek ji aliyê Karzan Nûrî Endamê Desteya Rêveberiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Hîroşî Honjo Cîgirê Balyozê Japonê li Iraqê, ji bo dabînkirina lêçûna amêra memografiyê ji bo Navenda Destnîşankirin û Çareseriya Nexweşiyên Memikan li Hewlêrê hat îmzekirin. Li gorî peymanê, bihayê 90 hezar dolar ji bo kirîna amîrê tê dabînkirin.
Di beşa dawî ya vê merasîmê de, Dr. Dilovan Mihemed Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê, ligel xêrhatina amadebûyan, wek Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê, spasiya xwe ji bo welatê Japonê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî anî ziman û got: “Welatê Japonê û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî her du aliyan di çendîn projeyan de alîkariya sektora tenduristiyê kirine, herdem di gel Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûn, da ku em baştir karibin xizmetguzariyê pêşkêşî welatiyên xwe yên hêja bikin.”
Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Hewlêrê, herwiha destnîşan kir ku amêra memografiyê amêreke pir pêşketî ye ku bi hêsanî penceşêra memikê teşxîs dike. Ev jî dê bandorek mezin li ser pêşkêşkirina xizmetguzariyên tenduristî hebe, bi taybetî ji bo jinan. Wî herwiha eşkere kir ku Rêveberiya Giştî ya Tenduristiya Hewlêrê, bi hevkariya digel Sindoqa Alîkariyê ji bo Penceşêrê, ji demekê ve dest bi testkirina pêşwext kiriye ji bo teşxîskirina penceşêra memikê, da ku zû nexweş çareseriyê werbigirin.
Herwiha got ku Navenda Destnîşankirin û Çareseriya Nexweşiyên Memikan li Hewlêrê ji sala 2004an ve dest bi karên xwe kiriye û çendîn pisporên wan ên taybet ji bo teşxîskirin û çareseriya nexweşiyên memikan û emeliyat hene û di sala 2025an de zêdetirî 12 hezar kes hatine testkirin.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest