Li Zaxoyê Projeyeke Perwerdeyî Ji Bo Zarokên Koçber ên Nexwenda Tê Cîbicîkirin

Nûnertiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Zaxoyê, bi hemahengiya bi Dezgeha Azar Foundation ji bo Zarokên Cîhanê re, piştgiriyê dide projeya xwendinê li Zaxoyê.
Di projeyekê de ku wê pênc mehan berdewam bike, ji bo 50 zarokên Rojavayê Kurdistanê pêdiviyên xwendinê tên dabînkirin, di nav de kirîna cil û bergan ji bo hemûyan, herweha belavkirina çente û defter û pêdiviyên xwendinê, û di wê demê de wê fêrî xwendin û nivîsandinê bibin.
Yek ji pêşîneyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Dezgeha Azar Foundation, sektora perwerde, xwendin û fêrbûnê ye û di vê warê de xebat û çalakiyên wan ên berbiçav hebûne.
Ew zarok ji ber koçberî û xizaniya malbatên xwe nekarîne biçin dibistanê û ji vî mafî bêpar mane. Ji ber vê yekê hewl tê dayîn ku di vê demê de bi tevahî fêrî xwendin û nivîsandinê bibin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî girîngiyeke ciddî dide warê perwerde, fêrkirin û geşepêdanê, ku ji dabînkirina pêdiviyên xwendinê, qursên hişyariya perwerdeyî, avakirin û nûjenkirina dibistan û navendên rahênana perwerdeyî, xwendina fermî, belavkirina rêbernameyan û teşwîqkirina berdewamiya xwendinê pêk tê. Herweha pêdiviyên xwendinê yên salane ji bo xwendekaran dabîn dike.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di çarçoveya sektora perwerdehiyê de, girîngiyeke mezin daye dabînkirina pêdiviyên perwerdehiyê, di nav de (avakirinên dibistanan, dabînkirina pêdiviyên dibistanê, belavkirina çente û defter û pêdiviyên xwendinê, vekirina qursên xurtkirina zimanan û qursên nehiştina nexwendewariyê, hişyariya perwerdeyî û sedemên xwe-parastina ji vîrusên vegirtinê û hwd.).
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, her sal bi rêya xêrxwaz û welatên alîkar û rêxistinên navneteweyî, roleke mezin di pêkanîna jîngeheke guncaw ji bo perwerde û xwendinê de lîstiye, û her tim piştgirî daye proseya xwendinê, hem li navxweya Kurdistanê û hem jî li kampên koçber û penaberan bi taybetî piştgirî daye vê sektorê.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest