Alîkariyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ji bo Koçberên Helebê li Efrînê, di heyama heft rojên rewşa awarte de

Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, ji 9/1/2026 heta sibehê 16/1/2026, ango di heyama heft rojên rewşa awarte de, alîkariyên xorek û nexorekiyê pêşkêşî 18.490 kesên koçber ên Helebê li Efrîn û derdora wê kiriye.
Mîqdar û cureyên alîkariyên xwarin û ne-xwarinê û hejmara kesên sûdmend bi vî awayî bûn:

  • Danên Xwarina germ (birinc, goşt, nok, nîsk û nan û av) ji bo 12.170 kesan.
  • Xwarinên bilez (nan, xurme, şerbet, biskûvît, rêçal, av û…) ji bo 3.360 kesan.
  • Sepetên xwarinê (birinc, savar, rûn, şekir, fasûlî, dims, şehriye û xwê…) ji bo 1.275 kesan.
  • Pakêtên tenduristî û paqijiyê ji bo 1.875 kesan.
  • Cil û berg ji bo 278 kesan.
  • Piştgiriya derûnî ji bo 681 zarokan.
  • Kontrol û dermankirina bijîşkî ji bo 730 kesan.
  • Herweha 721 alîkariyên nexorekî jî li ser koçberên Helebê yên ku li ser sînorê Efrînê hatibûn bicihkirin, hatin belavkirin.
Di nav alîkariyên nexorekî de betanî, doşek, setên metbexê û qumaşên plastîk ji bo wan hatine dabînkirin. Rojane jî 3.000 danên xwarina germ û sepetên xwarinên bilez hatine belavkirin.
Di 13/1/2026an de bi rêya 15 otobusan zêdetirî 750 kes bi awayekî xwebexş vegeriyan warê xwe li Helebê. Otobus ji aliyê rêveberiya xwecihî ya Efrînê ve hatibûn dabînkirin.
Kurdên her du taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê, piştî êrîşa hêzên artêşa Sûriyê, ji gelek dergehan ve berê xwe dan sînorê Efrînê.
Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê, di rapora kar û çalakiyên xwe de eşkere kiriye ku li gorî rapora Dezgeha Karûbarên Civakî li Efrînê, zêdetirî 27.750 malbat (138.750 kes) berê xwe dane gund û bajarokên li ser sînorê Efrînê.
Lîsteya bexşên ji bo rewşa awarte ya alîkariyê li Efrînê ji bo koçberên Helebê:
Rêxistinên:
Peace Village
Teofin Catholic Church
Khalas Aid
Zer Company
Media International School
Rêxistina Egasan El-Kerem

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest