9emîn Festîvala Werzîşî ya “Ezîzan”, ya taybet bi zarokên ezîz, bi beşdariya hejmarek ji zarokên ezîz ku li Nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hatine tomarkirin, li Hewlêrê hate lidarxistin.
Bi amadebûna Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Ebdullah Hacî Mehmûd Wezîrê Karûbarên Şehîdan û Enfalkiriyan, Alan Heme Seîd Wezîrê Perwerdeyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Ciwan Yûnis Rojbeyanî, Yarîdedera Berpirsê Mekteba Rêkxistina Parêzgeha Hewlêrê (PDK), Dr. Zana Mela Xalid Berpirsê Liqa 2 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Dr. Sefîn Yasîn Serokê Yana Werzîşî ya Hewlêrê, Prof. Dr. Ehmed Koçer Ragirê Koleja Perwerdeya Cesteyî û Zanistên Werzîşî li Zanîngeha Selaheddîn û hejmarek kesayetiyên hikûmî û medenî û werzîşvanên dêrîn û medya û saziyên ragihandinê, “9emîn Festîvala Werzîşî ya Ezîzan” bi beşdariya zarokên ezîz, saet 11:00ê sibehî ya roja duşemê rêkefta 10/8/2026, li hola werzîşî ya Koleja Perwerdeya Werzîşî ya Zanîngeha Selaheddîn li Hewlêrê hate lidarxistin.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di gotarekê de li destpêka festîvalê, bal kişand ser wê yekê ku di çarçoveya projeya Mala Ezîzan de, xizmetên cur bi cur hatine pêşkêşkirin. Di warê çalakiyên werzîşî û civakî yên saziyê de jî ji bo zarokên ezîz, bi piştevaniya bexşerên navxwe û derveyî Herêma Kurdistanê xizmetên berçav pêşkêşî ezîzan hatine kirin. Di derbarê çalakiyên werzîşî jî amaje bi wê yekê kir ku armanca sereke ji van çalakiyan, handana zarokan e bo beşdariya di çalakiyên werzîşî de, pêşxistina şiyanên wan û tevlîbûna civakî û nirxdayîna pêkvejiyanê û di heman demê de avakirina keşe xweş û tijî pêşbirka dostane bûye. Di heman demê de spasiya hevkarî û piştevaniya bexşerên Kurdistanê kir ku her dem wek kelehekê li pişt proje û alîkariyên mirovî yên saziyê bûne.
Beşdariya ezîzên tomarkirî ji 8 Nivîsîngehên Dezgehê
Di festîvalê de 80 zarok (ji herdu regezan) beşdar bûn, ku li nivîsîngehên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li seranserê Kurdistanê hatine tomarkirin û ji navçeyên cuda yên Kurdistanê hatibûn, ku pêkhatibûn ji: Hewlêr, Kerkûk, Helebce, Dihok, Silêmanî, Germiyan, Şingal û Mûsil.
Pêşbirk li ser herdu regezan, (kur û keç) hatin lidarxistin û zarokan di lîstikên qad û meydanê de pêşbirk kirin.
Di dawiya pêşbirka kuran de, encam bi vî awayî bûn:
Pileya yekem: Nivîsîngeha Silêmaniyê
Pileya duyem: Nivîsîngeha Dihokê
Pileya sêyem: Nivîsîngeha Şingalê
Encama pêşbirka keçan jî bi vî rengî bû:
Pileya yekem: Nivîsîngeha Hewlêrê
Pileya duyem: Nivîsîngeha Helebceyê
Pileya sêyem: Nivîsîngeha Silêmaniyê
Nîşandaneke taybet a cimnastîkê
Yek ji beşên balkêş ên festîvalê, nîşandana cimnastîkê bû ku ji aliyê tîma keçan a (Brain Boost) ve hate pêşkêşkirin.
Ev nîşandan ji aliyê rahêner Mamosta Fênik ve hatibû bi rê ve birin û keçên tîmê bi xweşî şiyan û jêhatîbûna xwe nîşan dan û cemawer û amadebûyên festîvalê bi germî pêşwaziya wan kirin.
Piştgirî û hevkarî
9emîn Festîvala Werzîşî ya “Ezîzan” bi hevkarî û piştevaniya hejmarek ji kesayetî û sazî û kompaniyan hate lidarxistin, ku pêkhatibûn ji:
Dr. Sefîn Yasîn, Serokê Yana Werzîşî ya Hewlêrê
Fraksiyona Partiyê(PDK) li Parlementoya Kurdistanê
Kompaniya Karwançî
UK Pizza
Kompaniya Jîlemo
Kompaniya Iron bo cil û bergan
Herwiha festîval bi piştevaniya Koleja Perwerdeya Cesteyî û Zanistên Werzîşî yên Zanîngeha Selaheddîn ve hate lidarxistin, ku di dabînkirina cih û hevkariyên cur bi cur de roleke berçav hebû.
Cihê zarokên ezîz di çalakiyan de
Birêvebirina van cûre çalakiyên werzîşî û civakî bo zarokên ezîz, gaveke girîng e bo bihêzkirina beşdariya civakî ya van zarokan û avakirina derfetên wekhev bo ku şiyanên xwe di warên cuda de nîşan bidin.
9emîn Festîvala Werzîşî ya “Ezîzan” bi pêşbirk, nîşandan û çalakiyên cur bi cur ên werzîşî, keşekî xweş û tijî enerjiya pozîtîf bo zarokên beşdar ava kir û bû boneyek bo komkirina zarokên ezîz ji navçeyên cuda di bin navê werzîş, hevaltî û hevbeşiyê de.
Bi spaseke mezin, beşek ji sazî û kanalên ragihandinê bo çavdêriya çalakiyên vê festîvalê û veguhestina wêne û dengê vê boneyê bo temaşevan û xwendevanan amade bûn.















