Parlementoya Almanyayê di bîranîna 21emîn salvegera damezrandina Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de, Xelata Rêzlênana Mirovî da vê saziyê, wek nîşaneya pêzanînê bo rol û hewlên berdewam di warê kar û xizmetên mirovî û hevkariyên wê bo kes û civakên ziyandîtî û hewcedar.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di civîneke rojnamevaniyê de ku di rêkefta 06/08/2026 li Serokatiya Dezgehê li Hewlêrê hate lidarxistin, ligel bi xêrhatina Serdar Yuksel, Parlementerê Almanyayê, spasiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî jî gihandiyê ku “her dem wek bira û dostekî dilsoz hevkar û piştevanê karên saziyê bûye”.
Ev rêzlênana Parlementoya Almanyayê wek nîşaneya baweriya civaka navdewletî bi kar û şefafiyeta Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî nirxand, ku nîşan dide hewl û xizmetên mirovî yên saziyê ji sînorê navxwe derbas bûne û cihê rûmet û piştevaniyê ne.
Bal kişand li ser wê yekê ku Serdar Yuksel, ji roja yekem ku bûye endamê Parlementoya Almanyayê, hewl daye, fraksiyonekê ava bike di navbera endamên Kurd û wan kesên ku rola wan di doza Kurd de hebûye.
Di demek nêzîk de Wezîrê Geşepêdana Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê û Iraqê dike
Li ser zarê wî parlementerî jî eşkere kir ku di demek nêzîk de Wezîrê Geşepêdana Almanyayê serdaneke fermî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê encam dide. Wê jî wek serdaneke gelek girîng û bi giranbiha nirxand.
Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di beşeke din a axaftina xwe de, ew yek dupat kir ku hîn jî hejmareke zêde ya koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê mane û her di vî warî de pirsa girîng di navbera Almanyayê û Herêma Kurdistanê de heye, bi taybetî ew hejmara zêde ya Kurdên Êzdî ku li Almanyayê û di nav kampên Herêma Kurdistanê de ne, tekez li ser wê yekê jî kir ku vegera bi dilxwazî ya hemû koçber û penaberên Êzdî bo warê xwe, bi ciddî kar li ser tê kirin. Di heman demê de spasiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxwe kir, ku di vî warî de ligel saziyê bûne, hêvî jî xwest, di navbera wan şandên ku tên û wan şandên ku ji herêmê diçin, ew kêmahî û astengên ku niha hene, bikaribin axaftinên baştir li ser bikin, bo ku nêzîkî rêkarên çareseriyê bibin.
Vegera bi dilxwazî ya Êzdiyên koçber bo cih û warê xwe girêdayî bicihanîna Rêkeftinnameya Şingalê heye
Mûsa Ehmed, ew yek jî xiste rû ku pirsa Şingalê ji aliyê Serdar Yuksel ve, her dem cihê girîngiyê bûye û bernameya wî heye di vê serdanê de serdana Lalişa Pîroz jî bike. Behsa wê yekê jî kir ku vegera bi dilxwazî ya Êzdiyên koçber bo cih û warên xwe û bicihanîna Rêkeftinnameya Şingalê, dê piştevaniya xizmetên cur bi cur ji aliyê Almanyayê ve hebe.
Paşê Serdar Yuksel, Parlementerê Almanyayê, gotarek pêşkêş kir û tê de kêfxweşiya xwe ji wê yekê anî ziman ku kariye silav û peyama spas û Xelata Rêzlênana Mirovî ya Parlementoya Almanyayê bigihîne Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bi taybetî bo wan hewl û xizmetên mirovî yên berdewam ku hatine bicihanîn.
Tekez li ser wê yekê jî kir ku ev xelat dê bibe paldanerek nû bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, bo berdewamiya peyama mirovî û berfirehkirina xizmetan bo kesên lêqewimî û hewcedar.
Her wiha got: “Vê hefteyê ez hatime Kurdistanê bo ku pîrozbahiyê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bikim bi boneya 21emîn sala damezrandinê. Ev sazî saziyeke gelek girîng e, ne tenê li vir li Kurdistanê, ez dixwazim û hêvîdar im ku hûn di van karên baş de berdewam bin.”
Wî ew yek jî xist rû ku sedemeke din a serdana wî bo bibîranîna jenosîda Êzdiyan e, ku hemû şahidê wê ne ku çi karesat bi serê wan de hat. Got jî: “Gelek ji Êzdiyan karîn di jiyanê de bimînin, ji ber ku li vir li Kurdistanê hatin parastin û cihê niştecîbûnê bo wan hate dabînkirin, li vir piştevaniya wan hate kirin û bi hezaran Pêşmergeyan giyanê xwe bo parastina wê azadiyê bexşîn.”
Tu carî ji bîra me naçe ku we, hikûmet û Pêşmerge, çi ji bo koçberan kiriye
Serdar Yuksel, bi pêzanîn û spasdariyeke zêde ve behsa hevkarî û xizmetên Hikûmeta Herêmê û Pêşmerge û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bo koçberan kir û got: “Her gîz ji bîra me naçe ku we, hikûmet û Pêşmerge, çi ji bo koçberan kiriye”.
Em wek Almanyayê li kêleka Kurd û gelê Kurd radiwestin û berevaniyê ji azadiya Kurdan dikin
Wî jî eşkere kir ku Herêma Kurdistanê, ji ber şerê Amerîka li dijî Îranê di bin zexteke mezin de ye. Her di vî warî de jî got: “Êrîşên mûşekî, ku li vir li Kurdistanê jî rû didin, cihê qebûlkirinê nînin, lewma em wek endamên parlementoyê, dixwazin bibêjin: Kurd li vir bi tenê nînin.
Em wek Almanyayê li kêleka Kurd û gelê Kurd radiwestin û berevaniyê ji azadiya Kurdan dikin. Herwiha kêfxweş im ku bibêjim di dawiya vê salê de, birêz Wezîrê Almanyayê serdana Kurdistanê dike bo ku ji nêzîk ve rewşa vir bibîne.”
Wek dawî gotin jî got: “Bo me, hûn hevpeymanekî pêwîst û cihê baweriyê ne, bo karê niştimanî û herwiha navdewletî. Hêvîdar im, bi taybetî di vê salvegerê de, ku bîranîna derbederiya Êzdiyan ji Şingalê dikin, xelk bikaribe bi aştî û azadî vegere warê xwe. Heta ku derfeteke guncaw tê pêş, pêwîstiya wan bi jiyaneke hêjayî mirovahiyê heye li vir, bo vê mebestê jî ev erk dikeve ser milê we”.
Xelata Rêzlênana Mirovî ya Parlementoya Almanyayê bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di demekê de tê dayîn ku sazî 21 sal e di warê xizmet û karê mirovî de berdewam e; salên ku tê de ligel komek ji qeyran û rewşên mirovî yên cuda bûye û hewl daye bi pêşkêşkirina alîkarî û xizmetan, piştevaniya kes û civakên ziyandîtî û hewcedar bike.
Bo Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ev xelat ne tenê rêzlênanek bo rabirdûyê ye; belku piştevaniyeke nû ye bo berdewamiya peyama mirovî û xizmetkirina wan kesên ku pêwîstiya wan bi alîkarî û piştevaniyê heye.








