Alîkariya diravî li ser xwendekarên beşa Kurdî li Enstîtuya Amadekirina Mamosteyan li Efrînê tê belavkirin

Nivîsîngeha Efrînê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di 20/02/2026an de, alîkariya diravî li ser 64 xwendekarên beşa Kurdî li Enstîtuya Amadekirina Mamosteyan li Efrînê belav kir.
Piştî ku Nivîsîngeha Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li Efrînê dest bi karên xwe kir û pêşketinek ber bi çav bi xwe ve dît, ji bo ku girîngî bi aliyê perwerdeyî û pîşeyî yê welatiyên herêmê were dayîn, “Navenda Barzanî ya Çand û Pêşketinê” vekir.
Çalakiyên wê navendê, hemû warên çandî û pêşketinê dihewîne û bi hevrêzî bi Navenda Perwerdeyî ya Efrînê re, dewreyên perwerdeyî û rahênanê têne pêkanîn.
Nivîsîngeha Efrînê ya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, ji bilî vekirina dewreyên cuda cuda û alîkariya xwendekaran û pêşkêşkirina xizmetguzariyên tenduristiyê û alîkariyên cûrbecûr, serdana zarokên ezîz (zarokên sêwî jî) kirine û xizmetguzariyên cûrbecûr pêşkêşî wan kirine.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest