3.360.000 Nan, Bê Beramber Ji Xelkê Qamişlo re Tê Pêşkêşkirin

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, di çarçoveya pabendbûna xwe bi pêşniyar û fermana Cenabê Serok Barzanî ji bo gihandina alîkariyên mirovî ji Herêma Kurdistanê bo Rojavayê Kurdistanê, di kampanyaya alîkarî û belavkirina alîkariyan de berdewam e û Karzan Nûrî, endamê Desteya Rêveberiya Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, roja Çarşemiyê, 11/2/2026, di kongreyeke medyayî de ku li Qamişlo pêk hat, projeyeke girîng ragihand, ku ew jî belavkirina nanê bê beramber ji bo niştecihên Qamişlo ye.
Karzan Nûrî, bi spasdariyeke bê dawî diyar kir ku bi saya bexşên xelkê Herêma Kurdistanê û destvekirî û dilfirehiya bexşeran, hatine şandin 200 ton ard ji bo nanpêjxaneyên li Qamişlo, ku ev dike 480 hezar rêz nan anku 3 mîlyon û 360 hezar nan, yên ku bê beramber ji xelkê bajarê Qamişlo re tên pêşkêşkirin.
Di dema borî de, ji ber rewşa nebaş a Rojavayê Kurdistanê, xelkê herêmê rastî gelek pirsgirêkên giran hatin, di nav wan de kêmasiya xizmetguzariyan û nebûna nanpêjxaneyan, her weha piraniya malbatan nikarin nanê germ peyda bikin, ev jî ji bo niştecihên bajarên Rojava rewşeke gelek aloz derxistiye holê. Ji bo çareserkirina van pirsgirêkan û alîkariya xelkê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî li ser piştgiriya nanpêjxaneyan sekinî, bi dabînkirina ard û sotemeniyê û belavkirina nanê xêrxwazî li ser niştecihên herêmê.
Van alîkariyan, bi taybetî belavkirina nanê germ bi awayekî domdar, dê bibe piştgiriyeke tam ji bo xelkê herêmê û di heman demê de dê bibe piştgirî ji bo bazarê, bi awayekî ku nirxê ard û sotemeniyê heta radeyekê aram bimîne, ev jî ji bo koçber û niştecihên Rojava alîkariyeke baş e.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest