Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî; Hawarçûyê Rojên Zehmet ên Rojavayê Kurdistanê Bû

Li ser ferman û pêşniyara cenabê Serok Barzanî, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî bi destpêkirina alozî û koçberbûna bi hezaran malbat li Rojavayê Kurdistanê, pêngaveke mirovî ya berfireh ji bo komkirin û gihandina alîkariyan da destpêkirin. Ev hewldana neteweyî bi armanca sivikkirina barê giran ê koçberên û xelkê herêmê hate kirin.
Bi amadebûna Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û tîmên meydanî, karwanên alîkariyê bi rêya deriyê sînorî yê “Sêmalka” gihîştin Rojava. Tîman şev û roj xistin ser hev û di 22.01.2026an de bi hevahengiya digel (Heyva Sor) dest bi belavkirinê kirin. Tevî tengbûna kuçeyan û astengiyên çûyîn û hatina barhilgirên mezin, tîm bê navber xebitîn û alîkariyê veguhestin otomobîlên biçûktir, ji bo ku zû bigihîje destê xelkê heqdar.
Xizmetên dezgehê tenê li Qamişlo sînordar nema, lê belê bajar û bajarokên (Hesekê, Amûdê, Girkê Legê, Dêrik, Tirbespiyê, Dêrbasîyê û Efrîn) û gundên derdora wan jî girtin. Bi taybetî girîngiyeke zêde bi awareyên taxên (Eşrefiye û Şêx Meqsûd) li Helebê hate dayîn, ku çendîn caran aware bûbûn.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî di demeke rekor de karî van amaran tomar bike:
415 barhilgir alîkariyên cûrbecûr yên xorekî û ne-xorekî.
29,070 malbat ji alîkariyên mirovî sûdmend bûn.
370,245 lître sotemenî (mazot): li ser 9,682 malbat hatin belavkirin.
29,070 xwarinên germ ji bo koçberan hatin dabînkirin.
8,707 kes ji wergirtina çareseriya pizîşkî û dermanan sûdmend bûn.
1,483 kes derfeta kar wergirtin.
Ji bilî alîkariyên rojane, di 25.02.2026an de zêdetirî 3 ton derman ji bo Nexweşxaneya Niştimanî û nexweşxaneyên Amûdê hatin dabînkirin. Di warê xwarinê de jî, 200 ton ard ji bo nanpêjxaneyên Qamişlo hatin dabînkirin, ku bû sedema hilberîna 3 milyon û 360 hezar nan û li ser welatiyan hatin belavkirin. Herweha di meha Remezanê de jî, xwarinên fitarê ji bo bi hezaran kes li mizgeft û dibistanan hatin amadekirin.
Ev çalakiya mirovî ya ku dengek cîhanî hebû, encama comerdîya xelkê Herêma Kurdistanê bû; ji sermayedar bigire heta wan zarokên ku qumbereya pere yan dexîle yên xwe pêşkêş kirin.
Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî dilniyayî dide xelkê hêja yê Rojava ku heta asayîbûna rewşê û vegera jiyanê bo rewşa berê, wê di xizmetkirin û gihandina karwanên alîkariyê de berdewam be.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest