Mûsa Ehmed: Di projeyên Cejna Qurbanê de 135,832 kes dê sûdmend bibin
Bi amadebûna Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Parêzgarê Hewlêrê, Rêveberê Projeya Mêgel, Rêveberê Serjêkirinxaneya Hewlêrê û hejmarek ji rojnamevanan; Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di roja yekem a Cejna Qurbana Pîroz de, Projeya Goştê Qurbanê ragihand.
Yek ji armancên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, girîngîdan û zindîhiştina bone û rîtuelên olî ye; rêzê li hemû ol, mezheb û hemû pêkhateyên civakê ji her neteweyekê bin digire. Ev girîngîdana bi firehkultûrî, mîrateyekî gewherî ye ku ji hizir û felsefeya Barzaniyê Nemir hatiye girtin.
Mûsa Ehmed, Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di daxuyaniyekê de di merasîmê de, tevî pîrozbahiya Cejna Qurbanê li misulmanên Kurdistan û cîhanê, amaje bi wê kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkarî û piştgiriya xêrxwaz û sermayedaran, salane Projeya Goştê Qurbanê cîbicî dike. Îsal jî di Cejna Qurbanê de, ji bilî belavkirina 12 ton goştê qurbanê, bi sê projeyên din jî alîkariyên xwarinê û nexwarinê tên belavkirin. Her wiha spasiya taybet a hemû wan kes û aliyan kir ku di vê projeyê de beşdar bûne û hevkarî kirine.
Wek ku Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî behs kir, di roja yekem a cejnê de nêzîkî 7,000 malbat li seranserê Herêma Kurdistanê ji goştê qurbanê sûdmend dibin. Her wiha 13,270 selikên (sebetên) xwarinê tên belavkirin, ku her selikek ji 11 madeyên xwarinê pêk tê. Eşkere kir ku ji ber ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê wek pêwîst li kampan de alîkarî nekiriye, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî 340 ton ard (ji bo her malbatekê fêrdeyek/çewalek) dabîn kiriye, ku 6,800 malbat jê sûdmend dibin. Zêdetirî 325 zarok (bi taybetî sêwî/ezîzan) cil û bergên cejnê ji bo wan hatiye dabînkirin. Eve jî diyar kir ku di koma projeyên Cejna Qurbanê de 26,570 malbat (135,832 kes) sûdmend bûne.
Her di wê merasîmê de, Umîd Xoşnaw, Parêzgarê Hewlêrê tevî pîrozbahiya Cejna Qurbanê, tekez kir ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, her tim di hemû projeyên xêrxwaziyê de, çi di warê çavdêrî û piştgiriyê de û çi di warê hawarçûnê de, rûyekî bedew ê mirovî li Herêma Kurdistanê nîşan daye û xizmeteke berçav jî pêşkêşî koçber û penaberan di kampên Kurdistanê de kiriye.
Her wiha diyar kir ku Projeya Mêgel projeyeke stratejîk e û berî demeke kurt hatiye vekirin, ku di bin çavdêriya birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Encûmena Wezîran de hatiye cîbicîkirin û xizmeteke mezin ji bo warê bazirganî û aboriya Herêma Kurdistanê dike. Daxwaz ji welatiyan kir ku ji ber parastina tenduristiya xwe û pîsnekirina jîngehê, di malên xwe û li ser kolanan de ajalan serjê nekin, lê belê di serjêkirinxaneyan de wî karî bikin; ji ber ku di serjêkirinxaneyê de û di projeya Mêgel de, her ajalek berî serjêkirinê, pişkinîna pizîşkî ji bo tê kirin, ew jî rewşa tenduristiya welatiyan û jîngehê diparêze.
Selîm Nêrweyî, Rêveberê Projeya Mêgel, piştî pîrozbahiya Cejna Qurbanê, amaje bi wê yekê kir ku “Projeya Mêgel” li ser nêzîkî milyonek metreyên çargoşe li Hewlêrê hatiye avakirin û mezintirîn projeya ajalvaniyê ye ku dikare di rojekê de 300 hezar kîlo goşt berhem bîne, her wiha dikare di heşt saetan de zêdetirî 3,400 ajalên mezin û piçûk serjê bike. Tekez kir ku hemû karên wan li gorî standardên cîhanî û rêkarên dînê îslamê yê pîroz in û zêdetirî 1,000 derfetên kar jî afirandine.






