Di Cejna Qurbanê de xêrxwaz û rêxistinên mirovî alîkariya rûniştvanên kampan dikin

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, kampên koçber û penaberan li Herêma Kurdistanê bi rêve dibe û heta niha di gihandina alîkariyên xwarinê û nexwarinê û vekirina xulên pîşeyî û perwerdehiyê de berdewam e. Di rojên Cejna Qurbana Pîroz de jî, 340 ton ard li ser rûniştvanên kampan dabeş kir. Ev di rewşekê de ye ku Wezareta Koç û Koçberan a Iraqê, guh nade rewşa awareyên Iraqê jî ku welatiyên Iraqî ne û di kampên Herêma Kurdistanê de niştecî ne. Lê di vê cejnê de, bi hevahengiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, xêrxwazên Kurdistanê û çend rêxistinên mirovî li gorî şiyanên xwe alîkariya rûniştvanên kampan kirin, ku bi vî rengî bûn:
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya Rêxistina Mirovdostan, di rêkefta 26/05/2026an de li Kampa Hesen Şam U3, goştê mirîşkan li ser 720 malbatan dabeş kir.
Heman çalakî li Kampa Hesen Şam U2 hat encamdan û 90 malbat ji wê alîkariyê sûdmend bûn.
Hevdem li Kampa Xazir M1 li sînorê parêzgeha Hewlêrê, goştê mirîşkan li ser 147 malbatan hat dabeşkirin.
Di dîroka 26/05/2026an de bi hevkariya kompanyaya (CHAI ENJOY), li Kampa Xazir M1 alîkariya xwarinê li ser 147 malbatan hat dabeşkirin.
Her di heman rojê de bi hevkariya Grûpa Beranetî, li Kampa Hesen Şam U3 alîkariya neqdî (ji bo her malbatekê 75,000 dînaran), selikên xwarinê û ard li ser 720 malbatên nişteciyên kampê hatin dabeşkirin.
Di roja yekem a Cejna Qurbanê de, bi hevkariya xêrxwazekî li Kampa Xazir M1, goştê sor li ser 137 malbatan hat dabeşkirin.
Li Kampa Hesen Şam U3 bi hevkariya Rêxistina Bedar, 250 malbat ji goştê qurbanê sûdmend bûn.
Di dîroka 28/05/2026an de bi hevkariya rêxistina (Shua’ al-Amal), li Kampa Hesen Şam U2 goştê sor pêşkêşî 90 malbatan hat kirin.
Heman rojê, bi hevkariya Grûpa Beranetî li Kampa Xazir M1, goştê sor li ser 130 malbatan hat dabeşkirin.
Di dîroka 29/05/2026an de bi hevkariya xêrxwazekî, li Kampa Behirke 1, goştê qurbanê li ser 170 malbatên nişteciyên kampê hat dabeşkirin.
Her wiha li Kampa Hesen Şam U3 bi hevkariya rêxistina (Islamic Relief), goştê qurbanê li ser 719 malbatan hat dabeşkirin.
Di dîroka 30/05/2026an de bi hevkariya xêrxwazekî, li Kampa Hesen Şam U2, goştê qurbanê li ser 90 malbatên nişteciyên kampê hat dabeşkirin.
Her di heman rojê de û bi hevkariya rêxistina (Islamic Relief), li Kampa Xazir, goştê qurbanê li ser 147 malbatan hat dabeşkirin.
Ji bilî wan 340 ton ardên ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di kampan de dabeş kirine, li gorî amarên vê heyamê, di rojên Cejna Qurbana Pîroz de 3,557 malbatên nişteciyên kampan, ji alîkariyên xwarinê, goştê qurbanê, ard û alîkariya darayî sûdmend bûne.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest