Di çarçoveya hewildanên berdewam ên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de ji bo pêşxistina xizmetguzariyên mirovî û tenduristiyê, nivîsîngeha Şingalê ya dezgehê bi hevkariya rêxistinên HELFEN BRINGT FREUDE û Caritas Essen û bi hevahengiya Rêveberiya Tenduristiyê ya Parêzgeha Nînewayê, di 27ê Gulana 2026an de yekîneyeke nû ya tenduristiya didanan li Navenda Tenduristiyê ya Komelgeha Zuravayê li Şingalê vekir.
Ev proje pêngaveke girîng e ji bo baştirkirina asta xizmetguzariyên tenduristiyê û dabînkirina dermankirina pêwîst ji bo rûniştvanên deverê, bi taybetî di warê tenduristiya didanan de. Li gorî bernameya karkirina yekîneyê, rûniştvanên komelgeha Zuravayê û piraniya gundên derdorê, dikarin bi şêweyekî berdewam sûd ji xizmetguzariyên wê yên pizîşkî werbigirin.
Xizmetguzarî pişknîn, şêwirmendî û dermankirina didan li xwe digirin û bi bêberanber (bêpere) tên pêşkêşkirin, ku dê bibe alîkariyeke mezin ji bo wan welatiyên ku pirsgirêkên didanan hene û şiyana wan a darayî nîne ku xizmetguzariyên taybet werbigirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, her tim girîngiyeke cidî daye sektora tenduristiyê. Ev sektor giringiya tam dide tenduristiya fîzîkî, derûnî û civakî, bi rêya dabînkirina xizmetguzariyên pizîşkî wek pişkinîna pizîşkî, neştergerî, dayîna dermanan, dabînkirina pizîşkan, avakirina bingehên tenduristiyê, pêdiviyên tenduristiyê ji bo parastina xelkê û belavkirina hişyariya tenduristiyê li gorî rênimayên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanî (WHO). Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li ser avakirin û nûjenkirina bingehên tenduristiyê, kampanyayên hişyarkirina parastina ji nexweşiyên veguhêz û avakirina nexweşxaneyên gerok kar dike.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di rêya xêrxwaz, welatên alîkar û rêxistinên cîhanî de, roleke mezin di dabînkirina amûr û pêdiviyên cûrbecûr ên warê tenduristiyê de heye.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, her tim tekez dike ku piştgirîkirina warê tenduristiyê û gihandina xizmetguzariyên bingehîn ji bo hemûyan bêyî cudahî, beşeke sereke ye ji bernameyên mirovî; loma dê di cîbicîkirina proje û çalakiyên sektora tenduristiyê de ku xizmeta welatiyan û civakê dikin, berdewam be.







