Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî: Bo parastina ewlehiya civakê, divê em rûbirûyî «Terora Spî» bibin

Piraniya welatên cîhanê, her sal di 26ê Hezîranê de Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Bikaranîna Madeyên Hişber bi bîr tînin. Di vê çarçoveyê de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi dirûşma “Bi hev re ber bi civakeke bihêz û saxlem”, zêdetirî salekê ye di “Helmeta Niştimanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişber” de berdewam e.
Piştî ku Serok Barzanî, di dîroka 15/05/2025an de di gotarekê de, di merasîma kongreya yekbûna her du rêxistinên Yekîtiya Xwendekaran û Lawan de ragihand: “Şerê berê pir hêsantir bû ji şerê niha. Berê şerê firoke û tank û topan bû. Heya kîmyabaran, Enfal… lê bawer bikin, şerê niha pir metirsîdartir e. Şerê belavkirina madeyên hişbir e di nav civaka me de. Ew vî şerî bi me re dikin, şerê nehêştina bîrûbaweran e. Şerê nehêştina wê yekê ye ku takekesê kurd, êdî baweriya wî bi xwe nebe, hêviya wî nebe, lewma ev şer pir dijwartir û metirsîdartir e.”
Paşê di bin çavdêriya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di forumekê de di dîroka 29/05/2025an de li Otêla Divan a Hewlêrê, bi dirûşma “Bi hev re ber bi civakeke bihêz û saxlem”, “Helmeta Niştimanî bo Rûbirûbûna Madeyên Hişber” ragihand.
Beriya niha û di sala 2024an de, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi hevkariya rêxistina LDS ya Amerîkî û bi amadebûna birêz Mesrûr Barzanî, Serokê Desteyê Damezrênerên Dezgehê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, kevirê bingehîn ê mezintirîn û pêşkeftîtirîn navenda rehabîlîtasyon (jinûveşiyankirin) û hişyarkirina alûdeyên madeyên hişber li Hewlêrê danî. Ji vê sîmbolê ve, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî zêdetirî salekê ye “Helmeta Niştimanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişber” daye destpêkirin.
Helmeta Niştimanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir di şeş sektoran de kar dike û di sala 2025an de bi dehan çalakiyên cûrbecûr, forum û semîner, di navendên perwerde û xwendinê, kampên koçber û penaberan û bi taybetî ji bo mamosteyên olî vekirine. Bi wê armancê ku her kes bi hev re bikarin rûbirûyî wê diyardeya pîs (belavbûna madeyên hişbir) bibin, ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî tekez dike ku ji bo parastina ewlehiya civakê, divê her kes rûbirûyî «Terora Spî» bibe.
Piraniya welatên cîhanê her sal di 26ê Hezîranê de Roja Cîhanî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişber bi bîr tînin. Ev roj ji aliyê Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1987an de wekî rojeke navdewletî hat diyarkirin, ji bo bilindkirina hişyariya giştî û hevkariya welatan ji bo kêmkirina metirsiyên madeyên hişber.
Madeya hişbir çi ye?
Madeyên hişber ew made ne ku bandorê li ser mejî û sîstema deman (eseban) dikin û dikarin hest, raman, reftar û biryarên mirov biguherînin.
Li gorî rapora Nivîsîngeha Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Madeyên Hişbir û Sûcan (UNODC), nêzîkî 296 mîlyon kes li cîhanê di çend salên borî de celebek ji madeyên hişbir bi kar anîne. Zêdetirî 39 mîlyon kes tûşî nexweşiyên girêdayî madeyên hişbir bûne û pêdiviya wan bi dermankirinê heye. Salane bi hezaran kes ji ber bikaranîn û nexweşiyên girêdayî madeyên hişbir jiyana xwe ji dest didin.
Pispor tekez dikin ku malbat çeperê yekem ê parastina zarok û ciwanan e ji metirsiya madeyên hişbir. Danûstandina vekirî, çavdêriya rast û piştgiriya derûnî dikarin rê li ber gelek pirsgirêkan bigirin.
Her wiha dibistan, zanîngeh, saziyên civaka medenî û medya, roleke girîng di belavkirina hişyariyê û dûrketina ji madeyên hişbir de dibînin.
Roja Cîhanî ya Madeyên Hişbir ne tenê ji bo bîranînê ye, belku bangek e ji bo rûbirûbûna vê diyardeyê bi kiryar, ku pêdivî bi hevkariya hemû aliyan heye (malbat, dibistan, hikûmet, rêxistinên nehikûmî û medya).
Bi belavkirina hişyariyê, piştgirîkirina tûşbûyan û zêdekirina derfetên jiyaneke baştir, dikare civakeke tendurist û aramtir were avakirin.
Li Herêma Kurdistanê çendîn navendên taybet bi dermankirin û vegerandina tûşbûyan bo jiyana asayî kar dikin, lê pispor di wê baweriyê de ne ku pêdivî bi zêdekirina navend û xizmetguzariyan heye. Loma Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, ji bilî encamdana helmeteke giştî ji bo hişyariya civakê û dûrketina ji madeya hişbir, mezintirîn navenda rehabîlîtasyona alûdeyan jî ava kiriye, da ku civakeke tendurist û saxlem hebe.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest