Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî ya Iraqê, ligel şandeke pê re, serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî (BCF) dike û tekez dike ku baweriya wan a tam bi bihêzkirina peywendî û hevahengiya du alî heye, amadebûna xwe jî ji bo alûgorkirina ezmûn û şarezayiyan di rêya xizmeteke zêdetir de nîşan dide.
Birêz Emar Hekîm, Serokê Tevgera Hîkmeya Niştimanî ya Iraqê, ligel şandeke pê re, roja Çarşemê di dîroka 09/09/2026an de li Hewlêrê, serdana Serokayetiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ji aliyê birêz Dr. Îbrahîm Semîn, Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ve bi germî pêşwaziya wan hat kirin.
Di hevdîtinê de tîşk xistin ser rewşa mirovî li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî û Serokê şanda mêvan, kar û çalakiyên Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di dema borî de bilind nirxand. Amaje bi wê yekê jî kir ku peywendiyeke kûr di navbera wan û Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî de heye û ev peywendî jî dê berdewam bin. Tekez li ser wê yekê jî kir ku “di sala 2014an de dema rewşa Iraqê bi sedema terorîstên DAIŞê têk çû, gelek xelk koçber bûn û ev dezgeha mirovî bi dilfirehî û bi lez bi hawara wan ve çû”.
Birêz Emar Hekîm, di mijareke din a axaftina xwe de got: “Baweriya me ya tam bi bihêzkirina peywendî û hevahengiya du alî heye, bi kêfxweşî ve em amade ne ji bo alûgorkirina ezmûn û şarezayiyên xwe di rêya xizmeteke zêdetir de”.
Ji aliyê xwe ve Cîgirê Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê anî ziman û hêvî xwest, bi hevahengî û hevkariyeke zêdetir û pir alî, bi awayekî cidî û berfirehtir li kesên hewcedar û bi taybetî koçber û penaberan bê nêrîn, da ku heta radeyekê barê giran ê rewşa jiyana wan sivik bibe.
Birêz Dr. Îbrahîm Semîn, di mijarên gotinên xwe de, tîşk xist ser kurteyek ji kar û çalakiyên dezgehê di salên borî de, li navxwe û derveyê Herêma Kurdistanê û Iraqê bi giştî, di nav de dabeşkirina zêdetirî 83 milyon dolaran bi ser Ezîzan (zarokên bê bav) de û ew xizmet û hevkariyên ku pêşkêşî koçber û penaberan hatine kirin li Herêma Kurdistanê, tekezî li ser wê yekê jî kir ku Wezareta Koç û Koçberên Iraqê di vî warî de gelek kêmterxemî kiriye.
Wî ew yek jî xist holê ku Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî salane di bîranîna rêwresma matemînî ya çilê ya Îmam Husên (silavên Xwedê li ser be), pêşwaziyê li dehan hezar ziyaretkaran dike, cihê hewandinê û xwarin û vexwarinê ji bo wan dabîn dike û hemû hêsankariyan ji bo veguhestina wan ji Hewlêrê ber bi Necef û Kerbela ve dike. Herwiha behsa hevkariyên cur bi cur ên dezgehê ji bo bajarên Mûsil, Nasiriye, Semawe, Bexda, Tikrît, Beqûbe û Besra û … hwd kir.
Birêz Emar Hekîm, hemû ew alîkariyên mirovî bilind nirxand û her di vî warî de got: “Em bi rêzdariyeke bê dawî li hewl û modela xebata Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dinêrin; hebûna rêxistineke mirovî di vê astê de, pêdiviyeke neçar û giringiya vê qonaxê ye.”
Di dawiya serdanê de, herdu aliyan, mertalê rêzlênanê pêşkêşî hev kirin.






















