Li Hewlêrê 20 zarokên bi spektruma otîzmê piştî rehabîlîtasyonê tevlî xwendina asayî dibin

Ahenga derçûna zarokên bi otîzmê li Hewlêrê, yek ji boneyên girîng û mirovî ye ku salane ji aliyê Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzmê (ser bi Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî) li Hewlêrê ve tê lidarxistin.
Di van rêwresman de, derçûna wan zarokan tê ragihandin ku pêvajoya rahênan û rehabîlîtasyona zanistî û derûnî bi serkeftî derbas kirine.
Ahenga 6emîn dewreya derçûyên zarokên otîzmê li Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzmê, li Hewlêrê roja pêncşemê di dîroka 17/09/2026an de bi amadebûna Ferzîn Begzade, Îsmaîl Ebdilezîz û Karzan Nûrî endamên desteya rêveberiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, Hisên Ferîq serokê Komeleya Otîzma Kurdistanê, malbat û mamosteyên zarokên derçûyî û hejmarek ji kanalên ragihandinê birêve çû.
Dr. Rewişt Reşîd şêwirmendê serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û serperiştiyarê navendên otîzmê li Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî, di axaftineke xwe de ji bo amadebûyan û kanalên ragihandinê, amaje bi wê yekê kir ku hejmara kesên bi otîzmê li cîhanê û li Kurdistanê jî zêde bûye, ev yek bûye sedem ku hikûmet û rêxistinên tendirustî û xêrxwaziyê bifikirin di rêkarên cidî de ji bo çareseriyê. Wî her wiha got: “Niha asta başbûna zarokên bi otîzmê li Kurdistanê li gorî welatên derdorê, gelek li pêştir e ku rêjeya başbûnê ji %35 ber bi jor ve ye. Her di wî warî de got jî: “Ji 351 zarokên ku li navendan hatine wergirtin, heta niha 103 zarok baş bûne û xistine ber xwendina asayî”.
Dr. Rewişt di berdewamiya axaftina xwe de, behsa pirsgirêkek çareseriya otîzmê li Herêma Kurdistanê kir, gotinên xwe arasteyî serokê hikûmetê û parêzgarê Hewlêrê kir û got: “Li navendên otîzmê yên me tenê zarokên di bin temenê şeş saliyê de tên wergirtin, lê zarokên di ser temenê şeş saliyê re jî hene, ku nayên wergirtin, lewma pêwîst e cih ji wan re jî bê vekirin, da ku hem ji çareseriyê bêpar nemînin, hem jî ji xwendinê, di heman demê de werin xistin nav sîstema xwendinê, ku ew jî erka hikûmetê ye û em wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî amadeyê hemû hevkariyekê ne.”
Di van boneyan de zarokên derçûyî gelek çalakiyên curbecur ên hunerî, mûzîk û pêşandan pêşkêş dikin ku îfadeya geşbûna şiyanên wan dike, di vê ahengê de jî, komek ji zarokên derçûyî yên navendê, di pêşandanekê de, firîna baskê hêviya zarokên spektrumê ber bi asoyeke geş ve wêne kir. Derçûyekî jî şiyan û jêhatîbûna xwe bi lêxistina amûreke mûzîkê nîşan da.
Di dawiya ahengê de di navbera çepikên amadebûyan de, xelatên rêzlêdan û derçûnê ji aliyê Şaman Cume rêveberê Navenda Îmaratî ya ji bo Otîzmê li Hewlêrê, bi 20 zarokên spektrumê yên derçûyî hatin pêşkêşkirin.
Otîzm (Autismus), rewşeke geşepêdana mêjî ye ku bandorê li ser awayê têkilîkirin, têgihiştina ji civakê û reftara kesan dike.
Kesên bi otîzmê dibe ku di axaftinê, avakirina têkiliya civakî, an têgihiştina hest û reftara kesên din de cuda bin. Hin ji wan hestiyariya zêde bi deng, ronahî, destdan, an bêhnê heye û dibe ku hezeke zêde ji mijareke taybet, an rûtîneke diyarîkirî hebe.
Otîzm nexweşiyek nîne ku bi yek şêweyî li hemû kesan de derkeve holê; lewma jê re tê gotin “spektrum”, ango nîşan û pêdivî ji kesek bo kesekî din cuda ne.
Li gorî zanyariyên herî dawî, asta başbûn û çêtirbûna zarokên otîzmê li Kurdistanê gihîştiye ser %35, ev rêjeyeke gelek baş e li ser asta navçeyê û welatên derdorê, lê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dixwaze ev şiyana mirovî bê pêşxistin û tu zarokek bi otîzmê ji rahênan û rehabîlîtasyonê bêpar nemîne.

Facebook
Email
Twitter
LinkedIn
Pinterest